Danûstandinên bo ragirtina şerê Ukrayna û Rûsya dê dest pê bikin

Cîhan 10:04 PM - 2026-10-21
Alên Amerîka û Rûsya û Ukraynay Ajans

Alên Amerîka û Rûsya û Ukraynay

Cîhanî

Alîkarê serokatiya Rûsya eşkere kir ku danûstandinên nû yên Rûsyayê, Amerîka û Ukraynayê di navîna heyva bê de li bajarê Ebû Dabî yê Îmaretê dê bir rêve biçe.

Yûrî Ûşakov, Alîkarê serokatiya Rûsya, di kongreyeke rojnamevanî de agahiyên nû derbarê şerê welatê xwe û Ukrayna de eşkere kirin.

Yûrî Ûşakov derbarê civîna îro ya Serokê Rûsya de digel Stîv Vîtkov, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka li Sant Petersburgê, ragihand ku ew li hev rûniştine û hişyarî da ku Rûsya ji 10ê meha bê ve amade ye ji bo destpêkirina danûstandinên sê alî derbarê Ukrayna de.

Her weha amaje bi wê yekê kir ku gera nû ya gotûbêjên sê alî yên ku Rûsya, Amerîka û Ukraynayê li xwe digire, dibe ku li Ebû Dabî bê birêveçûn.

Yûrî Ûşakov got: Em Ebû Dabî wekî ciyê civînê dizanin û lihevhatinek heye ku di derdora navîna heyva bê de bi rêve biçe lidarxistin.

Alîkarê serokatiya Rûsya her wiha aşkere kir ku pevçûna Ukrayna nêzîkî dawiyê dibe; lê zehmete ku bê diyarkirin ka ew dawî heta çendî nêzîke.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket