Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin

Cîhan 10:13 AM - 2026-10-22
Bihayê Petrolê Ajans

Bihayê Petrolê

Petrol

Îro Pêncşemê, bihayê petrolê li bazarên cîhanê zêdebûnek bi xwe ve dîtiye, û sedema vê yekê jî vedigere ji bo berdewamiya aloziyên li Rojhilata Navîn ku bazar xistine nava rewşeke aloz.

Bi berdewamiya aloziyên li Rojhilata Navîn û kêmbûna embarên Amerîkayê, bihayên petrolê di kirîn û firotinê ya îro Pêncşemê de nêzîkî asta xwe ya herî bilind in li gorî pênc mehên borî.

Li gorî raporeke New York Timesê jî, Amerîka û Îsraîl plan dikin ku piştî hilbijartinên gera nîvê ya Amerîkayê di 03/11 de, êrîşên xwe li ser bingehên etomî û binesaziya enerjiyê ya Îranê berfirehtir bikin, û di heman demê de, Tehran hişyariyê dide welatên navçeyê û gefa bersiveke tund dixwe.

Bihayê yek bermîla petrola Brent bi rêjeya %1.1 bilind bûye û gihîştiye 110.02 dolarî.

Bihayê yek bermîla petrola xav a Teksasê bi rêjeya %0.9 bilind bûye û gihîştiye 98.05 dolarî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket