Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e

Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî


Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran, di serdaneke xwe de ji bo Rêveberiya Raperînê, Navenda Dahênana Endezyariyê ya Armatê vekir.

Navenda Dahênana Endezyariyê ya Armatê, navendeke perwerdehiyê ya welatê Ermenistanê ye û li gelek welatan, di nav de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Fransa, Corciyo û Bengladeşê, xwediyê tecrubeyeke serketî ye di warê perwerdekirina zarokan û pêşxistina jêhatiniyên ciwanan de di warên teknolojiyên nû û ramanên nûjen de, ji bo ku bikarin beşdarî pêşvebirina aboriya welatê xwe bibin.

Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran di merasîma vekirina navendê de destnîşan kir ku ev navend di çarçoveyê deziyeya pêşxistina herêmî ya Rapەڕerînê de, hewleke girîng e ji bo perwerdekirina zarokan û amadekirina ciwanên devera Raperînê da ku bi ramanên nûjen û bi piştgirtina teknolojiya nû, beşdarî pêşvebirina aboriya navçeya xwe bibin.

Qubad Talebanî herwiha zelal kir ku piştî serdana xwe ji bo welatê Ermenistanê, ligel hikûmeta wî welatî xebitiye da ku tecrubeya serketî ya navenda Armatê bo Kurdistanê veguhêze û got jî ku di pêşerojê de ev navend dê li navçeyên din ên Kurdistanê jî bê vekirin.

 PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket