Serokkomar tekez li ser girîngiya hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de dike

Kurdistan 09:36 PM - 2026-10-21
Serokkomar Nîzar Amêdî pêşwazî li Celal Şêx Nacî, Serokê Dezgeha Zanyarî ya Herêmê kir Serokatiya Komarê

Serokkomar Nîzar Amêdî pêşwazî li Celal Şêx Nacî, Serokê Dezgeha Zanyarî ya Herêmê kir

Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê îro Çarşemê pêşwazî li Celal Şêx Nacî, Serokê Dezgeha Zanyarî ya Herêmê kir.

 Di civînê de, rewşa ewlehiyê li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û behsa rê û mekanîzmayên xurtkirina aramî û rûbirûbûna astengiyên niha hate kirin.

Serokkomar tekez li ser girîngiya parastina ewlehiya sînoran û xurtkirina hevkarî û hemahengiya ewlehî di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de kir, bi taybetî ew guhertinên ku li navçeyê rû didim.

 Her wiha amaje bi pêwîstiya yekxistina hewldanan û guhertina zanyariyan kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên nîştimanî bike.

Li hemberî wê yekê de, Celal Şêx Nacî beha guhertinên dawî yên girêdayî dosyeya ewlehî li Herêma Kurdistanê xkir û twkez kir li ser giringiya hevkarî û berdewambûna hemahengiya ewlehî û hewalgirî û zêdekirin hewldanan, di binpêkirina parastina ewlehî û aramiyê de li welat.

PUKMEDIA




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket