Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne

Kurdistan 09:24 AM - 2026-10-22
Wêneyekê Semînerê Saziya Serok Celal Talebanî

Wêneyekê Semînerê

Saziya Serok Celal Talebanî

Saziya Serok Celal Talebanî, roja Çarşemê (21ê Cotmehê 2026an), semînereke rewşenbîrî bi navê "Bikaranîna medyaya nû ji bo danasîna wêje û siyaset û bîrdoziya Mam Celal" li dar xist, bi beşdariya Balyoz Dr. Mihemed Sabir, Serokê Saziyê, û hejmarek ji nivîskar û akademîsyenan, di çarçoveya rêze-semînerên xwe yên pisporî de.

Di semînerê de, nivîskar û rojnamevan Stran Ebdullah pêşkêşiyek kir ku tê de bal kişand ser çend mînakên ji nivîsên destpêkê yên Serok Mam Celal di derbarê danasîna doza Kurdî de li Îraqê, bi taybetî lêkolîna wî ya ku di Kongreya Sosyalîstên Ereb de li Cezayîrê di sala 1967an de pêşkêş kiribû, bi navê «Sosyalîzm, doza neteweyî û pirsgirêka Kurd li Îraqê».

Pêşkêşiyê ronî xist ser nêrîna Mam Celal a ji bo çareserkirina doza Kurdî di nava ronahiya bîrdoziya sosyalîst û dibistanên cûrbecûr ên fikrî yên li cîhana Erebî de, û her wiha ew taybetmendiyên ku di analîzên wî yên teorîk ên kûr û rexneya wî ya hevseng û objektîf de li hember helwestên tevgerên çepgir, komunîst û sosyalîst ên li welatên Erebî derbarê doza Kurdî de hebûn.

Stran Ebdullah tekezî li ser girîngiya derbasbûna ji nêrîna giştî ya li ser wêjeya Mam Celal ber bi lêkolîna berfireh û hûr a berhemên wî ve kir, bi taybetî nivîsên wî yên Erebî yên destpêkê ku banga diyalog, pêkvejiyan û têgihiştina hevbeş di navbera Kurd û Ereban de kiribûn, û gelê Ereb û hêzên siyasî teşwîq kiribûn ku bi giyanê diyalog û têgihiştina hevbeş nêzîkî doza Kurdî bibin.

Di pêşkêşiyê de hat destnîşankirin ku raman û analîzên ku di lêkolîna Mam Celal a ku di Kongreya Cezayîrê de hatiye pêşkêşkirin de cih digirin, hêj anket û girîngiya xwe diparêzin, ji ber ku ew xwedî nêrînên wisa ne ku mirov dikare wan ji bo têgihiştina peywendiyên Kurdî-Erebî yên li Îraq û Sûriyê bikar bîne.

Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ne tenê çapkirina berhemên giştî yên Serok Mam Celal têrê dike, belku divê lêkolînên kûr ên ku berhem û ramanên wî yek bi yek dinirxînin bên amadekirin.

Her wiha di semînerê de tekezî li ser girîngiya bikaranîna teknolojiyên medyaya nû, jîriya çêkirî (AI) û teknolojiyên ragihandinê hate kirin daku bîrdoz û nêrînên siyasî yên Mam Celal di nava nifşên nû yên Kurd û gelên welatên cîran de bên naskirin, bi ahengiyeke wisa ku bibe alîkar ji bo gihandina vî mîrasê fikrî bo çîn û pêkhatên berfirehtir û sûdwergirtina ji bo pêşxistina nîqaşên siyasî û fikrî.

Di dawiya semînerê de, beşdaran bi nerîn û dîtinên xwe beşdar bûn di derbarê rêbazên dewlemendkirina mijarê de û sûdwergirtina ji bîrdoziya Mam Celal di berfirehkirina asoyên ramana pêşengên siyasî ya Kurdî li hember doza Kurdî de.

Ji aliyê xwe ve Nivîskar û Lêkoler Hozan Efrînî axivî û got: Min nerîna xwe li ser kesayetiya Mam Celal pêşkêş kir, û ez yekem kesim ku pirtûkek li ser Mam Celal bi tîpên Latînî yên Kurmancî nivîsiye û daniye. Di vê pirtûkê de kesayetiya karîzmatîk a Serok Mam Celal û rola wî ya pêşeng di parastina doza Kurdî de hatiye tesbîtkirin, ligel belgekirina dîtinên bingehîn ên serokên cîhanê û çalakvan û rêberên cîhanî li ser vê kesayetiya karîzmatîk.

Hozan Efrînî weha lê zêde kir: Min li ser rola Mam Celal di şandina xwendekaran bo Rûsyayê de, di nav wan de Dr. Xelîl Mihemed, ji nifşê yekem ê damezrînerên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, ronî kir, ku wî bi xwe li ser rola Mam Celal di şandina xwendekaran bo Rûsyayê ji bo temamkirina xwendina bilind de axivî.

Her wiha Rojnamevanê hêja û Lêkolerê Siyasî Dawud Çîçek jî navbeynkariyek kir û bal kişand ser têgeha biratiya gelan û parastina doza Kurdî di vê serdemê ku divê sûd ji raman û ezmûna dewlemend ya rewanşad Serok Mam Celal bê wergirtin.

Her weha Dawud Çîçek li ser li ser mezinahiya kesayetiya Mam Celal rawestiya ku divê xebat ji bo xizmeta vê nêzîkatiya dîrokî ya ku doza Kurdî li çar parçeyên Kurdistanê parastiye, berdewam be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket