Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
Cîhan 10:54 AM - 2026-10-22
Ajans
Nerazîbûnên li Fransa
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, careke din daxwaza xwe nû
kir ji bo rûbirûbûneke tund li dijî berpirsên tundûtûjiya ku li Fransayê di
dema xwepêşandanên buhabûna jiyanê de qewimîn, di heman demê de Serokwezîr
Sébastien Lecornu bi sendîkayan re civînek li dar xist daku daxwazên
xwepêşanderan gotûbêj bikin û ewlehiya xwepêşandanan misoger bikin.
Macron, di dema serdaneke xwe de bo Qeterê di nav geşteke
Kendavê de, got ku "divê destê dewletê nelerize" di cezakirina
tevlihevkeran (xwepêşanderan) de, û tekez kir ku tedbîrên ewlehiyê yên ku ji
aliyê desthilatdaran ve hatine girtin, bûn sedema vegera aramiyê.
Serokê Fransa zêde kir ku ewê îro Pêncşemê civînekê bi
serokwezîr, berpirsên saziyên îstîxbaratê û wezîrên peywendîdar re li dar bixe,
daku bûyerên dawî binirxîne, û tekez kir ku rewş heta niha pêwîstiyê bi
ragihandina rewşa awarte nake.
Daxuyaniyên Macron piştî wê yekê tên ku bajarên Fransayê
roja Şemiya borî, di çarçoveya xwepêşandanên li dijî buhabûna jiyanê de,
şahidiya tundûtûjî, talan û wêraniyê kirin, û ev yek bû sedema rexneyên
berfireh li ser karê hikûmetê.
Li hemberî van rexneyan, Macron tekez kir ku ew hemû cureyên
tundûtûjiyê red dike, çi li dijî kesan be, an jî li dijî mal û mulkan be, û
hebûna destwerdaneke derve ya rasterast di aloziyan de red kir, lê belê wî
"lîstikên derve bi agahiyan re" şermezar kir.
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Giştî ya Kar (CGT), Sophie
Binet, got ku di civînê de behsa tedbirekî berbiçav derbarê daxwazên karkeran û
xwendekarên lîseyan de nehatiye kirin, û bang kir ku çalakî bi rêya grevê ji 5ê
Mijdarê ve bên tundtirkirin.
Dozgera Giştî ya Parîsê, Laure Beccuau, ragihand ku 300 kes
ji 557 kesên ku bi tohmeta tundûtûjî û talanê hatine girtin, derketine pêşberî
dadgehê, û da zanîn ku ji wan tu kesî ti parêzvaniyeke siyasî eşkere nekiriye,
di demekê de ku hikûmet komên çepgir ên tundrew bi bskirina aloziyan tohmetbar
dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
10:35 PM - 2026-10-22 -
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
09:24 AM - 2026-10-22 -
Danûstandinên bo ragirtina şerê Ukrayna û Rûsya dê dest pê bikin
10:04 PM - 2026-10-21 -
Serokkomar tekez li ser girîngiya hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de dike
09:36 PM - 2026-10-21
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22 Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
12:37 PM - 2026-10-22
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
10:54 AM - 2026-10-22
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
10:13 AM - 2026-10-22
Trump: Em ji her demê zêdetir nêzîkî bidawîanîna şerê Rûsya û Ukrayna bûne
11:40 PM - 2026-10-21
zortrin xwendraw
-
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
Kurdistan 09:24 AM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
Kurdistan 12:37 PM - 2026-10-22 -
Li şûna sernivîserê (Kurdistan) û (Rizgarî), dibe serleşkerê (Rizgarî)
Nêrîn 11:57 AM - 2026-10-22 -
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
Cîhan 10:54 AM - 2026-10-22 -
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
Kurdistan 10:35 PM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22 -
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
Cîhan 10:13 AM - 2026-10-22

.jpg)



Aplîkêşin

