Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
Kurdistan 12:37 PM - 2026-10-22
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Di çarçoveya hewldanên xwe de ji bo pêşxistina perwerdeya teknolojîk û xurtkirina kapasîteyên ciwanan, Qubad Talebanî Navenda Dahênana Endezyarî ya Armat (Armath Engineering Makerspace - RRDA) li Saziya Pêşxistina Herêmî ya Ranyayê vedike.
Îro 22ê 10ê 2026an, bi amadebûna Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê, Navenda Dahênana Endezyarî ya Armat hat vekirin, ku armanca wê naskirina ciwanan e bi zanistê û peydakirina derfetên fêrbûna kirarî, nûvekirin, endezyarî û teknolojiya pêşketî ji bo wan.
Qubad Talebanî di daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand: Armanca
me ew e ku em vê deverê pêş bixin û derfetên kar ji bo hemû çîn û texan peyda
bikin, bi taybetî li wan navçeyên ku li derveyî bajaran in, û armanca me ew e
ku em hemû navçeyan pêş bixin.
Diyar jî kir û got: Rêveberiya Raperînê deriyê şoreşê û serhildanê
ye û îro jî şahidiya raperîneke di warê pêşveçûna teknolojiya, zanistî û nûjen
de dike, û gelek projeyên din ên xizmetguzariyê yên me hene ku dê li devera Rapَerînê
werin cîbicîkirin.
Aşkira jî kir: Derfet ji bo pêşxistina Rêveberiya Raperînê mezin û pir in, û em niha kar dikin ji bo giringîpêdana bi sektora veberhênanê,
ji ber ku îmkanên hikûmetê ji bo cîbicîkirina van projeyan sînorkirî ne, lewma
em hemû hêsankariyên pêwîst pêşkêşî veberhêneran dikin daku projeyên cûrbecûr
li îdareya Raperînê
cîbicî bikin.
Qubad Talebanî da zanîn ku: Dem hatiye ku hikûmeta nû ya
Herêma Kurdistanê bê avakirin, lê belê em xemgîn in ku hevalên me yên di civaka
navneteweyî de nêzîkî bêhêviyê dibin, û dema ku em bi her berpirsekî
navneteweyî re rûdinin, ew pirsa avakirina hikûmeta nû ji me dikin, divê em
hikûmetê avabikin û pirsgirêkan deynin aliyekî.
Tekez jî kir û got: Em ê şaxên din ên Navenda Endezyarî ya
Armat li navçeyên din ên wekî Silêmanî, Helebce û navçeyên din vekin.
Navenda Armat yekem navend e ji vî curî li Îraqê û duyemîn e
li Rojhilata Navîn ku bi piştrastbûna bi modelekî perwerdeyî ya navneteweyî, bi
taybetî ciwanên temenê 10 heta 18 salî armanc digire û hewl dide jîngeheke
guncaw ji bo fêrbûn, ceribandin, avakirin û pêşxistina ramanên dahêner bide
xebitandin.
Armat tenê navendek nîne ji bo xwendina dersan an fêrbûna
teorîk a teknolojiyê, belkî cihek e ku xwendekar tê de bi awayê kiryarî fêrî
avakirin, dîzaynkirin, bernamesazî û bikaranîna teknolojiyê dibin.
Ev bernameya perwerdeyî li Ermenistana ji aliyê Yekîtiya Kompaniyên
Teknolojiya Pêşketî (UATE) ve hatiye dayîn û di asta navneteweyî de wekî
modelekî ji bo fêrbûna kiryarî ya teknolojiyê tê naskirin.
Xwendekar fêr dibin ku çawa bîrokeyên xwe veguherînin
projeyên û berhemên rasteqîne; çawa pirsgirêkan çareser bikin, çawa bi awayê
tîm kar bikin û kapasîteya xwe ya dahênan û bîrkirina rexnegirî pêş bixin.
Bername çend warên girîng ên teknolojî û endezyariyê
digire nav xwe, di nav de:
Robotîk
û bernamesazî: Fêrbûna avakirin û bernamesaziya sîstemên zîrek,
dîzayna sê-alî (3D) û çapkirin: Veguherandina dîzayn û bîrokeyên dîjîtalî
bo berhemên fîzîkî.
Endezyarî
û berhemanîna dîjîtalî: Nasîn û bikaranîna teknolojiyên CNC, birîn bi
lêzer û konkirin, elektronîk û teknolojiyên pêşketî: Fêrbûna bingehên
sîstemên elektronîk û balafirên bêmirov (UAV).
Dahênan
û çareserkirina pirsgirêkan: Pêşxistina kapasîteya bîrkirinê,
çareserkirina pirsgirêkan û xebata hevbeş.
Ev navend dikare alîkar be di:
Nasîn
û pêşxistina jêhatîbûn û kapasîteyên ciwanan di warê endezyarî û
teknolojiyê de.
Xurtkirina
kapasîteya çareserkirina pirsgirêkan û bîrkirina dahênerane, pêşxistina
çandeya xebata tîmê û cîbicîkirina projeyên kirarî.
Amadekirina
ciwanan ji bo têgihiştina derfetên aboriya dîjîtalî û guhertinên
teknolojîk ên paşerojê.
Avakirina
jîngeheke fêrkerî ku tê de zanist û teknolojî ji xwendina teorîk ve tê
veguhestin bo ceribandin û berhemanîna kiryarî.
Tora navendên Armat di asta navneteweyî de di geşedanê de ye
û zêdetirî 650 navendên dahênana endezyariyê, 17 hezar xwendekarên çalak û 7
hezar derçûyên wê hene.
Bername li Ermenistan, Gurcistan, Bengladeş,
Kuweyt, Amerîka, Fransa û Îraqê de heye.
Peyama sereke ya vê destpêşxeriyê ew e ku dahênan nabe ku bi
sînorên erdnîgarî were sînorkirin; divê ciwanên Ranyayê hamû derfetên fêrbûn,
avakirin û beşdarbûnê di şekildana paşeroja teknolojî û endezyariya xwe de
hebin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
10:35 PM - 2026-10-22 -
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
09:24 AM - 2026-10-22 -
Danûstandinên bo ragirtina şerê Ukrayna û Rûsya dê dest pê bikin
10:04 PM - 2026-10-21 -
Serokkomar tekez li ser girîngiya hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de dike
09:36 PM - 2026-10-21
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22 Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
12:37 PM - 2026-10-22
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
10:54 AM - 2026-10-22
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
10:13 AM - 2026-10-22
Trump: Em ji her demê zêdetir nêzîkî bidawîanîna şerê Rûsya û Ukrayna bûne
11:40 PM - 2026-10-21
zortrin xwendraw
-
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
Kurdistan 09:24 AM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
Kurdistan 12:37 PM - 2026-10-22 -
Li şûna sernivîserê (Kurdistan) û (Rizgarî), dibe serleşkerê (Rizgarî)
Nêrîn 11:57 AM - 2026-10-22 -
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
Cîhan 10:54 AM - 2026-10-22 -
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
Kurdistan 10:35 PM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22 -
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
Cîhan 10:13 AM - 2026-10-22

.jpg)



Aplîkêşin

