Şanda Bakurê Kurdistanê digel parêzgarê Hesekê civiya

Kurdistan 02:25 PM - 2026-10-11
Civîna şanda Bakurê Kurdistanê digel parêzgarê Hesekê PUKMEDIA

Civîna şanda Bakurê Kurdistanê digel parêzgarê Hesekê

Kurdistan

Şandeya şaredariyên Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo herêmê de, li avahiya parêzgariyê ya li bajarê Hesekê bi parêzgarê Hesekê Endezyar Nûredîn Îsa Ehmed re civiya.

Civîna di navbera her du aliyan de li derveyî dezgehên ragihandinê û bi awayekî girtî bi rê ve çû û têde çend  pirsên girîng gotûbêj kirin.

Di şandeya serdanker de çend serkirde û rêveberên jin yên diyar yên Bakurê Kurdistanê cih girtin; ev kes bûn: Hevseroka Şaredariya Mêrdînê û Hevseroka Komîteya Dîplomatîk a Rêveberiyên Herêmî Defim Demîr, Hevseroka Şaredariya navçeya Yenişehir ya Amedê Sefiye Aladag, Hevseroka Şaredariya navçeya Farqînê ya Amedê Sevîm Biçîçî, Hevseroka Şaredariya Tetwanê Belkîze Baştaş Ebûzedmîr, û endama komîteya dîplomatîk Rûken Demîr.

Ev serdan di çarçoveya hevdîtinên dîplomatîk yên berdewam yên şandeyê de tê ku li herêmê pêk tîne, bi armanca xurtkirina peywendiyan, agahdarkirina ji rewşên îdarî û xwecihî, û pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo şaredariyên herêmê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket