Holland: Eger Kurdên Sûriyê nebûna serkeftina li ser DAIŞê nedibû

Kurdistan 09:30 PM - 2026-10-14
 Serokê berê yê Fransa François Hollande Fox Press

Serokê berê yê Fransa François Hollande

Cîhanî Kurdistan

 Serokê berê yê Fransayê pesnê rola Kurdan ya di têkbirina rêxistina DAIŞê de dide û bang li Parîsê dike ku berdewamiya piştevaniyê digel wan bike û piştgiriya wan bike.

 Serokê berê yê Fransayê François Hollande tekez kir ku Kurdan roleke diyarker di têkbirina rêxistina DAIŞê de lîstine, û bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya piştevaniya Fransî digel wan, û da xuyakirin ku nêzîkî 420 hezar Kurd li Fransayê dijîn.

 Daxuyaniyên Hollande di dema vekirina «Navenda Kurdistanê li Fransayê» de li paytexta Parîsê, bi amadebûna bi dehan kesayetiyên Kurd û Fransî hatin dayîn.

 Hollande got: Serkeftina cîhanî li ser rêxistina DAIŞê bê beşdariya Kurdan û qurbaniyên wan pêk nedihat, û tekez kir ku «Serkeftina cîhanî li ser DAIŞê bê beşdarî û xwîna Kurdên Sûriyê ne gengaz bû.

 Hollande dema serokatiya xwe bi bîr anî û got: Eger Kurdên Sûriyê nebûya, serkeftina li ser DAIŞê pêk nedihat', û daxuyakirin ku wî li Qesra Elyseyê pêşwazî li jinên fermandar yên kurd kiribû ku operasyon ji qadê li Rojavayê Kurdistanê birêve dibirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket