Li Çînê ji ber erdhejê 16 kes jiyan ji dest dan
Cîhan 10:43 AM - 2026-10-23
PUKMEDIA
Çîn
Ji ber erdheja ku şevê borî li Çînê çêbû, zêdetirî 16 kesan
jiyana xwe ji dest dan û bi sedan mal hilweşiyan û lêgerîna li pey qurbaniyan
dewam dike.
Şeva borî erdhejeke bi hêz bi mezinahiya 7 pileyî li gora
pîvana Rêxter û di kûrahiya 10 kîlomêtreyan de, bajarê Naçoyê yê li Tîbeta
başûrê Çînê hejand. Li gorî amarên destpêkê, ji ber vê yekê 16 kesan jiyana xwe
ji dest dan û 65 kesên din jî birîndar bûn ku rewşa tenduristiya 11 kesan ji
wan xirab e û amarên qurbaniyan her diçe bilind dibin. Di heman demê de
ziyaneke mezin a madî jî çêkiriye, bi vî rengî zêdetirî 330 avahî û mal
hilweşiyane û ziyan dîtine.
Li gorî agahiyan, piştî erdheja sereke û bi hêz, zêdetirî
heft paşlerzên din bi mezinahiya 4.3 heta 5.2 pileyî û di kûrahiya 10
kîlomêtreyan de hatine tomarkirin. Her wiha tevahiya wan çîmanên ku di navçeyê
re derbas dibin, çûnihatina xwe rawestandin.
Ji ber vê yekê jî ji bo hawarçûna li mexdûran, zêdetirî
hezar û 600 kes bi xwebexş tevlî tîman bûn û di pêvajoyê de cih digirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber erdhejê 16 kes jiyan ji dest dan
10:43 AM - 2026-10-23 -
Bihayê petrolê li bazarên cîhanê zêdetir bilind bû
10:37 AM - 2026-10-23 -
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
10:35 PM - 2026-10-22 -
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
09:24 AM - 2026-10-22
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
04:44 PM - 2026-10-22
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
12:37 PM - 2026-10-22
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
10:54 AM - 2026-10-22
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
10:13 AM - 2026-10-22
zortrin xwendraw
-
Saziya Serok Celal Talebanî girîngiya medyaya nû ji bo danasîna bîrdoziya Mam Celal dinirxîne
Kurdistan 09:24 AM - 2026-10-22 -
Hemû derçûyên herêmên Kurdistanê li zanîngehên herêmê hatin wergirtin
Kurdistan 10:35 PM - 2026-10-22 -
Li şûna sernivîserê (Kurdistan) û (Rizgarî), dibe serleşkerê (Rizgarî)
Nêrîn 11:57 AM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî Navenda Endezyarî ya Armat li Ranyayê vekir
Kurdistan 12:37 PM - 2026-10-22 -
Macron gefan li xwepêşanderan dixwe û sendîka gefa grevê dixwin
Cîhan 10:54 AM - 2026-10-22 -
Qubad Talebanî: Vekirina yekemîn navenda Armatê li Raperînê hewleke girîng e
Kurdistan 04:44 PM - 2026-10-22 -
Aloziyên berdewam ên Rojhilata Navîn bihayê petrolê bilind dikin
Cîhan 10:13 AM - 2026-10-22 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 10 Milyar Dînar bû
Aborî 09:10 AM - 2026-10-23

.jpg)




Aplîkêşin

