Cîgirê Serokwezirê Îraqê: Bihayê dolarî nêzîkî bihayê fermî dibe

Êraq 08:12 PM - 2026-11-01
Mihemed Temîm Cîgirê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Aborî PUKMEDIA

Mihemed Temîm Cîgirê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Aborî

Mihemed Temîm Cîgirê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Aborî, tekez dike ku bihayê dolar li hemberî dînêr li sûkê dadikeve û nêzîkî bihayê fermî dibe, û herwiha dibêje ku sibe barê din ê dolar bi nirxê 500 milyonî digihîje Îraqê.

Mihemed Temîm, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Aborî, ragihand: Bihayê danûstandina dolar li hemberî dînêr li sûkê bi awayekî misoger dadikeve û gelekî nêzîkî bihayê fermî dibe.

Da xuyakirin ku peydakirina dolara kaxezî (kash) ji bo Îraqê di heyama salên çûyî de bo kêmtirî 3 mîlyarî di salê de daketinek dîtibû.

Derbarê şandina dolara kaxezî de, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ragihand: Di heyama du mehên çûyî de, Amerîkayê tedbîrên pêwîst girtine ji bo şandina sê mîlyar dolarî.

Wî da xuyakirin ku Pêncşema çûyî barek gihîşt û barê duyem sibe digihîje ku mîqdara wê zêdetirî 500 milyon dolarî ye.

Di dawiyê Temîm pêbaweriya xwe nîşan da ku ew tedbîrên hikûmet û Banka Navendî digirin ber, ligel wê mîqdara dolarê ku tê xistin sûkê, dê bibin sedema daketina bihayê dolar heta ku nêzîkî bihayê fermî bibe, û dibe ku pê re wekhev bibe.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket