Yekîtî piştgiriya xwe ji bo daxwazên xelkê Kerkûkê nû dike û banga parastina ewlehiyê dike
Kurdistan 10:36 AM - 2026-11-02
PUKMEDIA
Aso Mamend
Asû Mamend, endamê Buroya Siyasî û berpirsê rêxistinên
Kerkûkê - Selahedîn ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), peyamek arasteyî
xelkê parêzgeha Kerkûkê kir û tê de girîngiya mezin a ku YNK dide jiyana
welatiyan û hilgirtina barên darayî yên zêde li ser mil red kirin.
Asû Mamend bi awayekî qutî redkirina xwe ji her
destdirêjiyekê bo ser jiyan û debara welatiyan diyar kir û daxwaz ji aliyên
peywendîdar kir ku pêngavên lezgîn û tavil bavêjin ji bo kêmkirina bihayê ampêran
li tevahiya parêzgeha Kerkûkê. Wî da xuyakirin ku di bin siya şert û merc û
tevliheviyên ku herêm tê de derbas dibe, êdî welatî nikarin barên din ên jiyanê
hilgirin.
Di dawiya peyama xwe de, Asû Mamend bang li xelkê hêja yê
Kerkûkê kir ku parêzgariya aramî û ewlehiyê bikin, û careke din tekez kir ku ew
"bi hemû rêbazan li kêleka wan radiwestin û piştevaniya wan dikin ji bo ku
van astengiyan derbas bikin.
Hêjayî gotinê ye ku êvara duhî roja Yekşemê, hinek taxên
bajarê Kerkûkê şahidiya xwenîşandanan bûn bi armanca daxwazkirina kêmkirina
bihayê ampêrên li bajar, ku ji bo vî mehî bihayê her ampêrekî bi 18 hezar
dînaran hatibû destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

