Serokê Fraksiyona Yekîtî ji ber şandina nafta malan spasiya Wezîrê Neftê dike

Êraq 01:09 PM - 2026-11-02
Herêm Kemal Axa Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û  Basim Mihemed Xizeyr Ebadî, Wezîrê Neftê yê Îraqê PUKMEDIA

Herêm Kemal Axa Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Basim Mihemed Xizeyr Ebadî, Wezîrê Neftê yê Îraqê

Îro 2ê Mijdara 2026an de, Herêm Kemal Axa Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Encûmena Nûnerên Îraqê, serdana Basim Mihemed Xizeyr Ebadî, Wezîrê Neftê yê Îraqê kir.

Di hevdîtinê de, destxweşî û spasiyeke taybet arasteyî Wezîrê Neftê kir li hemberî razîbûna wî ji bo şandina nefta spî ya malan ji bo Herêma Kurdistanê. Ev biryar jî piştî wê yekê hat ku fraksiyona Yekîtî pêşniyar û raspardeyên pêwîst bilindî birêz Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê kir, ku ew ji aliyê xwe ve alîkarî kir di bilindkirina raspardeyan de, bişopandineke berdewam û tekezkirineke domdar bi Serokê Encûmena Wezîran re kir, ji vir ve spasiya xwe ya taybet û pêzanîna xwe arasteyî Serokê Parlamentoyê dikin ji bo wê helwestê.

Ji aliyekî din ve, spasî û pêzanîna xwe arasteyî Elî Zeydî Serokê Encûmena Wezîran ê Îraqê kir ku razîbûn nîşan da û raspardeyên pêwîst dan Wezareta Neftê û ev erk di vê qonaxê de xist stûyê xwe. Herwiha spasiya birêz Wezîrê Neftê kir ku biryara Encûmena Nûneran û raspardeyên Serokatiya Hikûmetê cîbicî kirin.

Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Neftê tekez kir ku wekî alîkarî û piştgiriyek ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê wan ev mîqdara neftê şandiye û ew ê di nava hewldanan de bin ji bo dabînkirin û şandina qonaxên din ên nefta spî û hewldanên wan dê berdewam bin.

Derbarê rewşa parêzgeha Kerkûkê de û piştî bûyerên xwepêşandanên şevê din, Wezîrê Neftê soz da ku pirsgirêka sotemeniyê li Kerkûkê çareser bike û amaje bi wê yekê da ku tevî ku parêzgeha Kerkûkê wekî bajarên din ên îraqê pişka xwe distîne, lê belê soz da ku bi taybetî pirsgirêka dabînkirina gazê ji bo parêzgehê çareser bike, ji vir ve em spasiya xwe û pêzanîna xwe arasteyî wan dikin ji bo bersivdayîn û xwedîderketina li pirsgirêkên welatiyan.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket