Derbaz Kosret Resûl: Ti pêvajo bê YNKê serkeftî nabe
Kurdistan 08:05 PM - 2026-11-03
PUKMEDIA
Beşek ji civînê
Îro Sêşem
rêkefta (03-11-2026).an li baregeha Mekteba
Siyasî li bajarê Hewlêrê, bi serperiştiya Derbaz Kosret Resûl, endamê Melteba
Siyasî û berpirsê Mekteba Têkiliyan ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, bi
amadebûna hevalan Osman Şuwanî, Semîr Hewramî berpirsê Bordê Parlemanê û
Hikûmetê, civîna tîma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê û
Hikûmeta Herêmê birêve çû.
Helwesta YNKê
derbarê bûyerên navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê û Îraqê û pirsa pêkanîna
kabîneya nû ya hikûmeta herêmê hat gotûbêjkirin.
Derbaz
Kosret Resûl, helwesta neguhêr ya YNKê ji hevalan re vegot û dazanîn ku, piştî
du salan ji encamdana hilbijartinê, helwesta Yekîtiyê neguhêre ku em hevparekî
rasteqîn bin di hikûmraniya Herêma Kurdistanê de.
Tewerekî
din yê gotûbêjan behskirina soz û daxwazan bû ji bo çaksaziyê û hevpişkiya
rasteqîn di desthilatê de, Derbaz Kosret Resûl ragihand:Ti pêvajo bi bê
beşdariya YNKê serkeftî nebûye û nabe.
Derbaz
Kosret Resûl girîngiya bordê hikûmet û parlemanê û nûnerên YNKê di nav hikûmet
û damu dezgehan de wekî pirdeke danûstendinê û nirxandinê ji hevalan re vegot û
ew raspartin ku piştgirên wê borda bibandor bin ji bo ku zêdetir xizmeta gel
were kirin di cîbicîkirina karûbaran de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

