Daxuyaniyek ji Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan

Kurdistan 08:48 PM - 2026-11-03
Logoya YNKê PUKMEDIA

Logoya YNKê

YNK

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, derbarê belavbûna dengoya civîneke ne yasayî ya Parlemana Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: Em di baweriya xwe ya kûr de bi bingehên serweriya yasayî û lihevhatina nîştimanî, em dibînin ku ev civîn ne yasayî ye, ji bingehên hevbeşiya rasteqîn dûre û hewldaneke ji bo sepandina vîna îradeya aliyekî.

 Naveroka Daxuyaniyê:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan


 Daxuyaniyek ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ve:

Welatiyên Herêma Kurdistanê agahdarin, ku sibê (04-11-2026).an dengoyê civîneke ne yasayî ya Parlemana Kurdistanê heye.

Em di baweriya xwe ya kûr de bi pêngavên serweriya yasayî û lihevhatina nîştimanî, em dibînin ku ev civîn ne yasayî ye, ji bingehên hevbeşiya rasteqîn dûre û hewldaneke ji bo sepandina vîna aliyekî.

Lewma, em welatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya hêzên siyasî agahdar dikin ku em digel beşdarnekirina xwe, rû li her dilsoz û hêzeke nîştimanî dikin ku xema qewareya Herêma Kurdistanê heye, ku beşdar nebin.

Bi piştrastî ve dema ku rûniştina parlemanê wê giranahiya xwe hebe, ku lihevhatina nîştimanî li ser hebe û hemû aliyên hilbijartî bi vîna azad û demokratîk beşdariyê di nav de bikin, ji ber ku eger bingehê demokrasiyê ew be ku bi kirîngef û zexta derûnî bandor li ser biryarên parlamenteran were kirin, wê demê di wê çarçoveya kartonî de, em li tu parleman û hikûmetê nayên dan ku encama wê cûre civînan bin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike