Fraksiyona Babilyon: Em piştgiriya biryara hevpeymanan û YNKê dikin

Kurdistan 10:42 PM - 2026-11-03
Nûçe PUKMEDIA

Nûçe

Parlemana Kurdistanê

Serokê fraksiyona Tevgera Babilyon, derbarê rûniştina neqanûnî ya Parlemana Kurdistanê de, di daxuyaniyekê de diyar dike ku em piştevaniya tam bi hevpeyman û hevalên xwe re li Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê diyar dikin û em bi prensîba hevparî û hevbeşiya siyasî ya rasteqîn ve girêdayî ne, ji ber ku nayê qebûlkirin ku aliyekî siyasî yê tenê hemû post û pile û peywirên serwerî û kargêrî ji bo xwe qorîk bike û bi hêzên din ên siyasî re wekî aliyekî rûwûkî û bê bandor tevbigere.

Naveroka Daxuyaniyê:

 Em wekî Serokê Fraksiyona Babilyon li Parlemana Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe ya siyasî ya cîgir dikin di redkirina beşdarbûna di rûniştina parlemanê ya ku ji aliyê Partiya Demokrat ya Kurdistanê ve hatiye bangkirin.

Ev helwest jî ji wê baweriyê tê ku parleman saziyeke destûrî ye û nûnertiya hemû welatiyên herêmê dike, ne ku amûrek be ji bo sepandina vîn û daxwaza hizbî an bihêzkirina serdestiya aliyekî diyar yê siyasî.

Her wiha, em piştevaniya tam bi hevpeyman û hevalên xwe re li Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê diyar dikin û em bi prensîba hevparî û hevbeşiya siyasî ya rasteqîn ve girêdayî ne, ji ber ku nayê pesendkirin ku aliyekî siyasî yê tenê hemû post û pile û peywirên serwerî û kargêrî ji bo xwe qorîk bike û bi hêzên din yên siyasî re wekî aliyekî bê bandor tevbigere.

Serdema yekdestiy) di desthilatê de û qorxkirina postan qediya ye û derbasbûyî careke din nayê vegerandin,ewê ku wisa hizir dike ku dikare herêmê bi hişmendiya serdestiyê û dûrxistinê bibe, di çewtiyê de ye.

Em tekez dikin ku Fraksiyona Babilyon tu rewabûneke siyasî nade tu hewldanekê ji bo sepandina rastiyeke bi darê zorê hatî sepandin,rêzgirtina ji hevparî, hevsengiya siyasî û destûrê re, tenê riya rast e ji bo avakirina saziyeke yasayî û rewa ku nûnertiya hemûyan bike.

Dana Amanc Necîb

 Serokê Fraksiyona Tevgera Babilyon

 Parlemana Kurdistanê - Îraq

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket