Îraq razîbûnê dide ser şandina para nefta spî ji bo Herêmê

Êraq 09:25 AM - 2026-11-04
Encûmena Weazîran Ragihandina Encûmena Wezran a Îraqê

Encûmena Weazîran

Encûmena Wezîran a Îraqê razîbûna xwe da ku para nefta spî bi bihayê piştgirîkirî bo Herêma Kurdistanê bişîne.

Encûmena Wezîran a Îraqê, di civîna xwe ya roja 3/11/2026an de, razîbûna xwe da ku para nefta spî bo welatiyên Herêma Kurdistanê bê şandin. Di vî warî de, nvîsgeha ragihandinê ya Elî Zeydî, Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de diyar kir: Ji ber baldariya hikûmetê ji bo dabînkirina pêdiviyên rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji bo werza zivistanê, Encûmena Wezîran a Federal razîbûna xwe da li ser dabînkirina 50 hezar metrên sêçar nefta spî bo Herêma Kurdistanê.

Di heman demê de, Wezareta Neftê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ku kopiyek kê ketiye destê PUKMEDIAyê, ragihand: Serokwezîrê Îraqê rênima daye ku para madeya nefta spî bi bihayê piştgirîkirî bo Herêmê bê şandin.

Her li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Neftê ferman daye kampaniya belavkirina berhemên neftî ku bi lez tedbîrên pêwîst pêk bîne bi armanca dabînkirina para neftê.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket