Serokwezîrê Îraqê li Behreyn têkîliyên du alî gotûbêj dike

Êraq 07:42 PM - 2026-11-04
 Serokwezîrê Îraqê li Behreynê Nivîsingeha Ragihandinê

Serokwezîrê Îraqê li Behreynê

Elî Zeydî, Serokwezîrê Îraqê bi serdanekê gihîşte Behreynê û Berdevkê Hikûmetê jî radigihîne ku: Hevrêziya siyasî û aborî tê gotûbêjkirin û behsa awayê pêşîgirtina li aloziyan tê kirin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Nivîsinega Rojnamevaniyê ya Serokwezîrê Îraqê,Elî Zeydî, bi serokatiya şandeke bilind û bi serdaneke fermî gihîşt bajarê Menameyê paytextê welatê Behreynê.

Derbarê serdanê de,Heyder Ebûdî, Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand,di serdana xwe ya ji bo welatê Behreynê de, Elî Zeydî digel berpirsên wî welatî gotûbêjî li ser hevrêziya siyasî û aborî ya di navbera her du welatan de dike.

Herwiha dibêje: Pêşketinên navçeyê û awayê pêşîgirtina li aloziyan gotûbêj dikin.

Ev yek di demekê de ye ku, berê Serokwezîrê Îraqê serdana Washington, Enqere, Tehran, Parîs, Berlîn, Dewhe, Riyad, Oman û Şamê jî kiribû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket