Latîf Nêrweyî peyamekî arasteyî medyakarên Yekîtiyê dike
Kurdistan 10:44 AM - 2026-11-08
PUKMEDIA
Latîf Nêrweyî
Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK) daxwaz ji medyakarên Yekîtiyê dike ku bi awayekî pîşeyî
rûmaliya bûyera nexwazraw a Hewlêrê bikin û bi giyanê berpirsiyariyê
tevbigerin.
Latîf Nêrweyî, Berpirsê Borda Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê di peyamekê de dibêje: Dilê me bi gelê Hewlêrê yê evîndar re ye û
Xwedayê mezin wan ji her nexweşî û karesatê biparêze.
Her wiha dibêje: Ez daxwaz ji hemû jêderên medyayî yên
Yekîtiyê dikim ku bi giyanekî pîşeyî û berpirsiyarane û dûrî her kêşeyeke
siyasî û hizbî rûmaliya bûyerên nava bajar bikin.
Di heman peyamê de amaje bi wê yekê jî dike: Ez daxwaz ji
medyakarên Yekîtiyê dikim ku bi ti awayî li ser soz û hestên welatiyên
ziyanpêgihayî yên bajar peyamên medyayî belav nekin.
Duh ji ber baranbarînê li parêzgeha Hewlêrê avake zêde li
kolan û cadeyên bajêr kom bû û ziyaneke mezin a canî û madî gihişt welatiyan,
di encama bûyerê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan otomobîl bin av
bûn, her wiha gelek mal, markêt û cihên bazirganiyê av kete nava wan û ziyan
dîtin. Di wê çarçoveyê de Parêzgarê Silêmaniyê jî hevxemiya xwe ji bo xelkê
Hewlêrê anî ziman û amadebûna Parêzgeha Silêmaniyê ji bo her alîkariyê nîşan
da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

