Serokkomar ji bo parastina serweriya Îraqê bi aliyan re dicive

Êraq 01:28 PM - 2026-11-08
Serookomar PUKMEDIA

Serookomar

Îraq

Serokkomarê Îraqê duh û îro rêzehevdîtin bi Serokwezirê Îraqê û serokên her yek ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Rêxistina Bedir, Tevgera Hîkme, Hevpeymaniya Nehcê Nîştîmanî û Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê re pêk anîn û gelek pirsên girîng hatin gotûbêjkirin.

Serokkomar bi Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir re dicive

Serokkomarê birêz Nîzar Amêdî, îro Yekşemê 8ê Mijdara 2026an li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê birêz Hadî El-Amirî re civiya.

Di civînê de ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî jî tê de amade bû, pêşhatên siyasî, ewlehî û aborî hatin gotûbêjkirin û bal hat kişandin ser girîngiya berdewamkirina diyalog û şêwirên di navbera hêzên siyasî de, bi awayê ku bibe alîkar ji bo aramiyê û xurtkirina rêza neteweyî.

Herwiha di civînê de behsa girîngiya piştgiriya rêça demoratîk û xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyên heyî hat kirin, da ku daxwazên welatiyan pêk werin û berjewendiyên bilind ên welat werin parastin.


Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê dicive

Serokkomarê Nîzar Amêdî îro Yekşemê, 8ê Mijdara 2026an li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê birêz Nûrî El-Malîkî re civiya.

Di civînê de ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şiwanî jî tê de amade bû, tevahiya pêşhatên siyasî yên li welat hatin nirxandin, û rêça xebata hikûmetê û rêbazên pêwîst ji bo xurtkirina bandora wê hatin gotûbêjkirin bi awayê ku beşdar bibe di bersivdayîna pêdiviyên welatiyan û pêkanîna daxwazên wan de.

Herwiha di civînê de girîngiya hevrêziya rolan di navbera hêzên siyasî de li hember dosyayên neteweyî û pêwîstiya berdewamkirina hevahengiya hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyan hat tekez kirin, bi vî rengî ku bibe alîkar ji bo qewîmîna aramiya siyasî.

Serokkomar digel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir civiya

Serokkomar Nîzar Amêdî îro Yekşemê 8ê Mijdara 2026an li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî re civiya ku di civînê de ku Wezîrê Edaletê Dr. Xalid Şwanî jî amade bû, pêşketinên dawî yên siyasî, ewlehî û aborî hatin gotûbêjkirin û her wiha tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê di navbera hêzên siyasî de hate kirin ji bo çespandina seqamgiriyê û xurtkirina yekrêziya niştimanî.
Her weha di civînê de girîngiya piştgiriya pêvajoya demokratîk û hevkariya ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên heyî, ji bo bidestxistina hêviyên welatiyan û parastina berjewendiyên welêt, hate gotûbêj kirin.

Serokkomar digel Serokê Tevgera Hîkmeta Nîştimanî civiya

Di wê çarçoveyê de, duh roja Şemiyê 07-11-2026an, Nîzar Amêdî, Serokkomar, bi Seyid Emar El Hakîm, Serokê Tevgera Hîkmeta Nîştimanî re civiya.

 Civîn bi amadebûna Dr. Xalid Şwanî, Wezîrê Dadê birêve çû û têde behsa pêşhatên dawî yên siyasî û rewşa giştî ya welat hat kirin, ji bilî rewşa herêmê û bandorên wê yên dawî.

Her wiha hewldanên ji bo kontrolkirina aloziyan û pêşîgirtina li geşedana qeyranan jî hatin gotûbêjkirin û di wê çarçoveyê de, tekezî li ser giringiya danîna nêrîneke nîştimanî ya zelal têkildarî karên pêşîn û pêdiviyên vê qonaxê û diyar yên stratejiyan ji bo çareserkirina astengiyên heyî hat kirin.

Her di wê civînê de, tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendiya di navbera hêzên nîştimanî de wekî amûrekê ji bo nêzîkkirina nêrînan û dabînkirina zeviyeke hevbeş ji bo danûstandinê bi wan guhertinên ku li ser asta navxweyî û herêmî rû didin re, hate kirin.

Serokkomar digel Serokê Hevpeymaniya Nehcî Nîştimanî pêşhatên qada siyasî ya welat gotûbêj kir

Ji aliyekî din ve, her duh roja Şemiyê 7ê Mijdarê, 2026.an, Nîzar Amêdî, Serokkomar, li Bexdayê, bi Ebdulhuseyn Mûsewî, Serokê Hevpeymaniya Nehcî Nîştimanî re civiya, bi amadebûna Dr. Xalid Şwanî, Wezîrê Dadê.

Di dema hevdîtinê de, pêşhatên qada siyasî ya welat, qonaxa bê û peydiviyên wê hatin gotûbêjkirin; serokkomar tekezî li ser giringiya pişta xwe girêdan bi diyalogê û têgihiştina hevbeş a di navbera hêzên siyasî de, guhertina nêrînan derbarê pirsên çarenûsî de, û xebat ji bo amadekirina helwesteke hevbeş li hember wan dosyayên ku pêdiviya wan bi hemahengî û alîkariya di navbera aliyên cuda de heye, kir.

 Di heman demê de, amaje bi pêwîstiya bilind ragirtina berjewendiya giştî û li ber çavgirtina daxwazên welatiyan di diyarnekirina pêşîniyên nîştimanî de kir.

Ji aliyê xwe ve, Ebdulhuseyn Mûsewî spasiya xwe ji bo helwestên serokkomar û hewldanên wî yên di oxira nêzîkkirina nêrîn û bîrrayan de anî ziman, û tekezî li ser giringiya berdewamiya peywendî û şêwirdariya di navbera hêzên siyasî de ji bo rûbirûbûna astengiyên heyî kir.


Serokkomar digel Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê civiya

Di heman demê de, duh roja Şemiyê 07-11-2026an li Bexdayê, Nîzar Amêdî, serokkomar, digel Mihemed Şeyah Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê civiya.

 Civîn bi amadebûna Dr. Xalid Şwanî, Wezîrê Dadê birêve çû; tê de behsa rewşa giştî ya welat hat kirin û tekezî li ser giringiya berfirehkirina diyalog û şêwirdariya di navbera hêzên siyasî de û giringîpêdana bi berjewendiya bilind ya nîştimanî wekî karekî pêşîn hat kirin, bi armanca piştevaniya aramiya siyasî û parastina serweriya Îraqê.

Di wê hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya hikûmetê di cîbicîkirina bernameya kar de û anîna ciyê armancên geşepêdana aborî û çaksaziyê de hat kirin; bi vî rengî karê saziyên dewletê û şiyana wan ji bo cîbicîkirina berpirsiyariyên xwe û pêkanîna daxwazên welatiyan dê xurtir bibe.


Serokkomar digel Serokwezîr civiya

Her duh 07-11-2026an, Nîzar Amêdî, serokkomar, digel Serokwezîr Elî Falih El Zeydî civiya, û di civînê de ku Wezîrê Dadê Dr. Xalid Şwanî amade bû, ronahî xist ser komek dosya û mijarên ku cihê girîngiya her du aliyan in.

Her wiha tekezî li ser giringiya hemahengî û alîkariya di navbera serokomariyê û Civata Wezîran de hat kirin, bi armanca piştevaniya hewldanên hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe, çespandina aramiyê û xurtkirina karê sazûmanî.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket