Serokkomar: Ewlehiya avê ya Îraqê beşekî neqetandî ji ewlehiya neteweyî û aramiya navçeyê ye
Êraq 08:27 PM - 2026-11-11
Nivîsingeha Ragihandinê
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê
Nîzar Amêdî, Serokkomarê Îraqê Îro di 11ê
Mijdara 2026.an de, beşdarî rûniştina destpêkê ya Konferansa Çarçoveya
Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Guherîna Avhewayê (COP31) bû ku li Antalya ya Turkiyê
hate lidarxistin, û di gotarekê de tekez kir ku Îraq ji ber guherîna avhewayê
di bin bandorê de ye.
Di gotara xwe de di dema rûniştina vekirinê ya
civînê de, Serokkomar tekez kir ku Îraq rastî bandorên giran yên guherîna
avhewayê tê û wekî welatekî pir qels di warê avhewayê de hatiye polênkirin her wiha diyar kir ku şerên li pey hev û
têkçûna rewşa siyasî û aborî bûne sedema qelsiyeke berbiçav û zehmetiya
lihevhatinê.
Serokkomar dazanîn ku lezkirina guherîna
avhewayê bûye sedema windakirina zêdetirî 50% ji zeviyên çandiniyê û
bilindbûneke bêhempa ya rêjeya bîabanbûnê, her wiha bûye sedema koçberkirina bi
zorê ya nêzîkî 20 hezar kesan ji malên wan piştî hilweşîna jiyana wan, ji bilî
vê yekê ekosîstem têk birine û hiştiye ku çûn ji cihên xwe yên dîrokî di nav
zozan û deştan de koç bikin.
Amêdî
diyar kir ku Îraq ji kêmbûna zêde ya avê dinale, digel ku texmînên zanistî
destnîşan dikin ku kêmasiya avê li Îraqê heta sala 2040.an dê bigihîje 20% ji
giştî pêdiviya avê, bi vî rengî ewlehiya xwarinê û aramiya civakî dixe
metirsiyê.
Nizar Emedî, Serokkomarê Îraqê, tekez kir ku
ewlehiya avê ya Îraqê beşekî neqetandî ye ji ewlehiya neteweyî û aramiya
navçeyê.
Serokkomar
daxwaza çalakirina sindoqa ziyanê û hêsankirina gihîştina bi fînanseke kesk bo
welatên qels bêyî astengî û sînoran kir, û tekez li ser pabendbûna nexapîner û
temam ya Îraqê bi Peymana Avhewayê ya Parîsê û beşdariya çalak di hemû
konferansên navneteweyî yên peywendîdar de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Yildiz: Ji Yasaya Çarçveyê 2800 kadirên KCKê dikarin sûd werbigirin
03:10 PM - 2026-11-22 -
Keşnasî... Pileyên germê dadikevin
10:30 AM - 2026-11-22 -
Li Nîcîryayê belemek bin av bû 26 kes mirin
09:37 AM - 2026-11-22 -
Eniya Feylî: Xwîna şehîdan dê ji bo azadî û rûmetê wekî çirayekê bimîne
09:53 PM - 2026-11-21
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo nexweşên Şekir mûçeyan dibire
03:56 PM - 2026-11-22
Zarokekî Hindî 7. lîstikvanê herî baş yê cîhanê têk bir
02:35 PM - 2026-11-22
Ebûdî: Parastina hêlên boriyên neftê li ser milê hikûmetê ye
11:35 AM - 2026-11-22
Pişka herêmê di budceya 2027an de hat diyarkirin û Bexdayê merc heye
10:32 AM - 2026-11-22
zortrin xwendraw
-
Seroka berê ya UN Women koça dawî kir
Cîhan 03:58 PM - 2026-11-21 -
Mala Gelan li Yaroslavlê pira têkiliyan digel Kurdan xurt dike
Kurdistan 03:24 PM - 2026-11-21 -
Îraq ji bo nexweşên Şekir mûçeyan dibire
Êraq 03:56 PM - 2026-11-22 -
Serokkomar û serokwezîr çend pirsên nîştimanî gengeşe kirin
Êraq 04:05 PM - 2026-11-22 -
Eniya Feylî: Xwîna şehîdan dê ji bo azadî û rûmetê wekî çirayekê bimîne
Kurdistan 09:53 PM - 2026-11-21 -
Yildiz: Ji Yasaya Çarçveyê 2800 kadirên KCKê dikarin sûd werbigirin
Kurdistan 03:10 PM - 2026-11-22 -
Li ser vexwendina Partiya Sosyal Demokrat şandeke YNKê serdana Stokholmê kir
Kurdistan 09:19 PM - 2026-11-21 -
Zarokekî Hindî 7. lîstikvanê herî baş yê cîhanê têk bir
Cîhan 02:35 PM - 2026-11-22



.webp)

.webp)
Aplîkêşin

