Serok Bafil ji bo mafê xelkê li Bexdadê ye
Kurdistan 11:13 AM - 2026-11-13
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî li Korbenda Stratejîk a Silêmaniyê ragihand: Bafil Talebanî birayê min ji bo mafê xelkê piraniya deman li Bexdayê ye, ji ber ku heta li Îraqê em bi hêz bin, li Herêmê jî em bi hêz dibin. Ev qeyrana ku niha li Herêma Kurdistanê çêbûye jî tiştekî wisa nîne ku neyê çareserkirin.
Îro 13ê 11ê 2026an, roja duyem a Korbenda Stratejîk a
Silêmaniyê bi beşdariya hejmareke zêde ya serkirde û kesayetiyên siyasî,
dîplomasî, aborî, ewlehî û serbazî yên Îraqê û welatên cîhanê, di bin çavdêriya
Serokatiya Komara Îraqê û Qubad Talebanî de birêve diçe. Di korbendê de Qubad
Talebanî ragihand: Serdana Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) bo Bexdayê ne tiştekî nû ye û ji bo mafên xelkê ye, lewma ew
demên xwe li gorî Silêmaniyê zêdetir li Bexdayê derbas dike. Di heman demê de
me wekî YNKê biryar daye ku Bexda pêşengiya stratejiya me be û baweriya me ew e
ku Kurdistan dikare bi hêz bibe eger Îraq bi hêz be. Ji ber vê yekê em
pêwendiyên xwe bi hêz dikin û şerê wê yekê dikin ku Serokkomar ji Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê be û baweriya me bi Îraqeke federal û demokratîk heye.
Çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên YNK û PDKê nehatiye kirinHerwiha amaje bi wê yekê jî kir: Çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê nehatiye kirin, her çend me karê hevbeş kiriye jî, lê li ser asta kesan bûye ne li ser asta saziyan. Di heman demê de desthilat li Silêmanî û Helebceyê bi temamî hatine kêmkirin û sînordarkirin, lê ev qeyrana ku li Herêma Kurdistanê çêbûye ne tiştekî wisa ye ku neyê çareserkirin û divê em dawiyê lê bînin.
Bûyera ku li Parlamentoya Kurdistanê çêbûye şermezarî bûWî her wiha got: Bûyera ku di 3yê Mijdarê de li Parlamentoya Kurdistanê çêbû şermezarî bû ji ber ku di bin desthilata xerabtirîn dîktatorên cîhanê de jî tiştekî wisa çênebûye. Di heman demê de, DYA dixwaze ku desthilata li Îraqê û Herêma Kurdistanê xizmeta gel bike.
Qubad Talebanî da xuyakirin: Em hemû aştiyê dixwazin Îraq, Îran û DYA jî şer naxwazin. Em jî dixwazin ku nêzîkbûnek di navbera DYA û Îranê de hebe û ez bawer im ku xalên hevpar ên di navbera her du welatan de ji xalên wan ên nakok zêdetir in, lewra ez geşbîn im.
Wî her wiha anî ziman ku divê Îraq li ser wê rola xwe ya wekî piştevan û navbeynkar di navbera her du welatan de berdewam be, ji ber ku di warê aştiyê de Îraq dê bibe sûdmendê sereke, di heman demê de di berdewamiya şerê di navbera DYA û Îranê de jî ew ê ziyaneke mezin bibîne.
Qubad Talebanî her wiha ragihand: Spasiya me ji bo tiştên ku DYA pêşkêşî Îraq û Kurdistanê kiriye heye û me tu carî gotiye ku bila DYA ji herêmê vekişe, lê belê ew peymana di navbera DYA û Iraqê de bû. Di heman demê de girîng e ku sermiyandarên amerîkî li vir veberhênanê bikin û em jî rêberiyê ji wan re dikin û li Silêmaniyê ciwanên me yên jêhatî hene ku di warê teknolojî û zirekiya çêkirî (AI) de dikarin alîkariya me bikin.
Di sed salên çûyî de hikûmeteke me rastîn çênebûyeWî da xuyakirin: Em li herêma herî balkêş a cîhanê ne, pêgeha me ya erdnîgarî girîng û stratejîk e, xwediyê samanên xwezayî, çavkaniyên avê yên baş û çandiniyê ne. Ez serbilind im ku em kurd in û li vir in, ji ber ku Tirkiye û Îran cîranên me ne û em dikarin bazirganiyê bi wan re bikin, herçend zehmetî hebin jî, em dikarin jê sûdê werbigirin. Em ê li vir bimînin û em kesî bi dijminên xwe nas nakin.
Wî herwiha got: Herçend hemû derfetên me hene, lê mixabin di sed salên çûyî de hikûmeteke rastîn a me nebûye.
PULMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

