Qûbad Talebanî: Tiştê ku li Parlamena Kurdistanê çêbû tiştekî şerm e û nayê qebûlkirin

Kurdistan 03:22 PM - 2026-11-13
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî


Qubad Talebanî tekez kir ku "Ew tiştekî xwezayî ye ku di navbera helwestên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ciyawazî hebin û her weha li ser siyaset, rêveberî û hikûmê ramanên cuda hebin.

Qubad Talebanî di konferanseke rojnamevanî de got: Sîstema li Herêma Kurdistanê bi kesan ve girêdayî ye û li gorî kêfa hin kesan tê birêvebirin. Her carê ku nakokî digihêjin astekê, hemû peywendî qut dibin û gava peywendiyên navbera kesan ne baş bin, sîstema rêveberiyê paşve diçe. Tişta ku li Parlamentoya Kurdistanê çêbû jî xiyanet e û nayê qebûlkirin.

Wî diyar kir: Tu carî nayê qebûlkirin ku lîstik bi sîstema hikûmdariyê ya li Herêma Kurdistanê re bê kirin û divê nakokî negihêjin asta mijarên kesane û çêkirina pirsgirêkan ji ber cudahiyên siyasî. Niha em dikarin mekanîzmayeke nû ya hikûmdariyê ku li gorî qonaxa nû be peyda bikin.

Herwiha anî ziman: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) deriyên diyalogê negirtine. Em bawer dikin ku em dikarin çarçoveyekê ji bo karê hevbeş û hevkariyê peyda bikin, lê divê her kes fêm bike ku welatî çi dixwazin û dixwazin kîjan cureyê hikûmdariyê hebe. Tişta ku bi serê Parlamentoya Kurdistanê de hat, bandoreke mezin li ser baweriya welatiyan bi parlamentoyê, hikûmetê û heta bi partiyên siyasî jî dike. Welatî dipirse: Çima ez deng bidim û hilbijartinan bikim, gava ku pirsgirêk bi gef û zextên siyasî tên çareserkirin? Em bi hevsengiyê bawer dikin, li dijî yekdestdariyê ne û dixwazin bêyî ti cudakariyan xizmeta welatiyan bikin.

Wî got: Bilindbûna bihayê benzîn û neftê peywendiya wê bi siyasetên şaş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye. Yekîtiya Niştimanî dixwaze ji bo daxistina bihayê neft û benzînê û sivikkirina barê ser milê welatiyan bi Hikûmeta Federal re li hev bike û lihevkirina bi Hikûmeta Federal re dê bibe sedema dabînkirina berhemên petrolê ji bo Herêma Kurdistanê.

Qubad Talebanî da zanîn: Tişta ku li Parlamentoya Kurdistanê çêbû, tiştekî şerm e û em ê nekevin bin konê vê yekê û em ne amade ne ku di bin sîstema vî parlamentoyî de ligel ti aliyekî rûnin. Hikûmeta niha hikûmeteke karvebijêr e (wekîl e) û mîna nexweşekî ye ku bi rêya alavên jiyanê dijî. Dem hatiye ku ev alav bên girtin û ev nexweş bê hiştin ku bimire da ku hikûmeteke nû ji dayik bibe. Peyama Serok Bafil Celal Talebanî gelekî zelal e: Her gava ku bê avêtin, dê gaveke li hemberî wê hebe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike