Berdevkê YNK: Serokê Yekîtî li Bexdayê ji bo xizmeta welatiyan dixebite

Kurdistan 06:33 PM - 2026-11-13
Karwan Geznayî berdevkê YNK PUKMEDIA

Karwan Geznayî berdevkê YNK

Karwan Gazneyî tekez kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo xizmetkirina welatiyan dixebite û peyama Serok Bafil Celal Talebanî gelekî zelal e ku em dixwazin li ser dosyayên ku bi welatiyan re eleqedar in bixebitin.

Karwan Gaznêyî, Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di konfêranseke rojnamevaniyê de got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dixwaze xizmeta welatiyan bike, erê em ê bixebitin ji bo daxistina bihayê kerebê, benzînê û neftê, ji ber ku ev dosya gelekî giring in û em dixwazin welatiyên me di nava xweşgozariyê de û bê pirsgirêk bijîn.
Û diyar kir: Emê venegerin ser dema berî 4ê Mijdarê, ji ber ku tiştê di wê rojê de qewimî derbas bûye. Em li ser nexşerêya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya piştî 4ê Mijdarê dixebitin da ku çêtirîn xizmetan pêşkêşî welatiyan bikin.

Got jî: Serokê Yekîtiya Nîştimanî û şandeya danûstandinvan gelek caran serdana Hewlêrê kirin û li wir bi gelek kesan re civiyan, lê belê kêmîneyek di nava Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hebû ku encamên wan civînan xera kir, heta ku gihîşt wê astê ku êrîşî Parlamena Kurdistanê hat kirin, ev parlamena ku ji bo gelê Kurdistanê sembolek e û endamên wê ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatine hilbijartin. Heya ku ev zîhniyet bimîne û neyê guhertin, ti tiştekî nû û cûda çêbibe nabe.

Berdevkê fermî wiha domand: Em dixwazin bi zîhniyateke nû hikûm bikin û tiştê ku li Parlamena Kurdistanê qewimî û neçarkirina endaman bi amadebûnê bi rêyên cûrbicûr, dê ti encameke xwe nebe. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê partyeke sosyalîst-dêmokrat e ku rêzê li parlamentê digire û rêzê li vîna gelê Kurdistanê digire.

Û diyar kir: Herêma Kurdistanê bi xwîna şehîdên Yekîtiya Nîştimanî hatiye avakirin û YNK ji bo parastina Herêma Kurdistanê fedakariyên mezin kirine, û tu kes bi qasî Yekîtî bi Herêma Kurdistanê re ne dilsoz e. Serokê Yekîtiya Nîştimanî li Bexdayê ji bo xizmetkirina welatiyan û parastina mafên wan dixebite.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike