12 sal li ser mirina Dr. Kemal Fuad derbas bûn

Kurdistan 09:29 AM - 2026-11-15
Dr. Kemal Fuad, siyasetmedar, dîplomat, rojnamevan, endamê damezrîner yê Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Dr. Kemal Fuad, siyasetmedar, dîplomat, rojnamevan, endamê damezrîner yê Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê

Berî 12 salan, di 15ê Mijdara 2014an de, Dr. Kemal Fuad, siyasetmedar, dîplomat, rojnamevan, endamê damezrîner yê Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê (YNK) û rewşenbîrê Kurd, li Almanya koça dawî kir.

Kemal Ebdulkerîm Mihemed Fuad, ku bi navê Dr. Kemal Fuad jî tê nasîn, di sala 1932an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye, ew kesayetiyekî siyasî û rewşenbîrî yê mezin yê Kurdistanê ye û zêdetirî 60 salan xizmeta gel û welatê xwe kiriye, ew pêşengê rojnamegeriyê bû û rêberek bû ku divê dîroka rojnamegeriya Kurdî pê serbilind be, ji ber ku eger cesareta vî rewşenbîrê mezin nebûya, dîroka rojnamegeriya Kurdî û rojnameya Kurdistanê wê bê zanîn bimaya, ku bi wêrekî hemû hejmarên di arşîvên Almanî de dît.

Di dawiya salên 1950an de, ew çû Almanya, li wir wî li Zanîngeha Hamburgê mastera xwe di destnivîsa Kurdî de û doktoraya xwe jî di destnivîsên Kurdî de wergirt.

Dr. Kemal di 15 saliya xwe de tevlî tevgera siyasî bû û pêşî tevlî Partiya Komunîst ya Îraqê bû û ew yek ji kadroyên herî çalak yên wê partîyê bû û her tim li Bexdayê xwepêşandanan birêve dibir lewra ew hat girtin û du salan di zindanê de ma.

Di Şoreşa Îlonê de di Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de xebat kir û paşê xebata xwe di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de domand û endamê desteya damezrêner yê YNKê bû û ew bi salan rêveberê Mekteba Siyasî bû.


Ji bilî xebata xwe ya siyasî, Dr. Kemal bi wêje û rojnamegeriyê re jî dilgerm bû. Di sala 1968an de, wî hejmarên rojnameya Kurdistan li Almanya dît û di sala 1972an de çap kir û ji 1971 heta 1974 wekî mamosteyê zanîngehê li beşa Kurdî ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Bexdayê kar kir.

Ev siyasetmedar û ronakbîrê mezin roja 15ê Mijdara 2014an li Almanya ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike