Şêx Cefer: Rûniştina 4ê Mijarê metirsî li ser yekrêziya Kurd çêkiriye

Kurdistan 04:44 PM - 2026-11-15
Civîna Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên YNKê digel endamên fraksiyona YNKê PUKMEDIA

Civîna Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên YNKê digel endamên fraksiyona YNKê

Îro 15ê Mijara 2026.an, Şêx Cefer Şêx Mistefa, Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, pêşwazî li endamên fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê kir.

Di civînekê de ku hejmarek ji hevalên civatê û Heval Semîr Hewramî, Berpirsê Borda Hikûmetê û endamên borda amade bûn, Heval Şêx Cefer piştgiriya xwe ya temam ji bo biryarên Bafil Celal Talebani, Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê re dubare kir û bal kişand ser pêşhatên dawî yên rewşa Kurdistanê û spasiya helwesta nîştimanî û mêrxasane ya parlamenterên fraksiyona YNKê kir ku bi camêrî helwest wergirtin û tevlî rûniştina 4ê Mijarê nebûn, her wiha spasiya temamiya fraksiyonên aliyên din yên siyasî yên Kurdistanî kir ku heman helwest hebûn û tevlî rûniştina ku metirsiyeke cidî li ser yekrêziya Kurd û Kurdistanê çêkiriye; di wê demê de tekez kir ku mirov û partiyên siyasî bi helwest û liqûmbûna xwe xweşikin û di dawiyê de ew helwest dimînin û dibin beşek ji dîroka kes û aliyên siyasî.

Berpirsê Civatê, kurteyek li ser dîroka Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê pêşkêş kir ku piştî têkçûna şoreşê di sala 1975.an de di tarîtiya bê hêviyê de hêvî da komalên xelkê û li dijî desthilata Beisê derket û şoreş da destpêkirin,piştî biserxistina raperîna Adara 1991.an jî bi destpêşxeriya Serok Mam Celal û YNKê hilbijartin hate kirin û Parlemana Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê hatin avakirin, lewma YNKê xwediyê rastîn Yê welat û destkeftiyan e û divê em hemû serbilind bin bi Yekîtiybûna xwe û siyaset û planên YNKê.

Her di wê civînê de hate tekezkirin ku YNKê bi bernameyeke nû di hewleke bê navber de ye ji bo bidestxistina maf û daxwazên xelê û baştirkirina jiyan û gûzarana wan û di wê pêvajoyê de amadeyî hemû qurbaniyê ye û di vê mijarê de komalên xelk li tevahiya navçeyên Kurdistanê piştgiriya wê helwesta YNKê dikin.

Di beşeke din ya civînê de Berpirsê Borda Hikûmetê û endamên Parlemana Kurdistanê nêrîn û têgihiştina xwe li ser pêşhatên dawî anîn ziman û tekez li ser piştgiriya biryarên Serokê YNKê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike