Şaswar Ebdulwahid: Herêma Kurdistanê rûbirûyî rewşeke pir hesas e
Kurdistan 08:05 PM - 2026-11-15
PUKMEDIA
Şaswar Ebdulwahîd, Serokê Tevgera Nifşê Nû
Şaswar Ebdulwahîd, Serokê Tevgera Nifşê Nû, diyar kir ku
Herêma Kurdistanê bi rewşeke hestiyar re rû bi rû ye û da zanîn ku Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû piştgiriyê didin Herêmeke
Kurdistanê ya xurt û yekgirtî.
Şaswar Ebdulwahîd di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ti
giringiya tiştên ku li Parlamentoya Kurdistanê qewimîne tune ye, ji ber ku
tirsandin û dayîna pere hebû û berpirsiyariya tiştên ku di pêşerojê de
biqewimin jî dikeve ser milê kesên ku bi kursî û postên xwe ve hatine girêdan.
Derbarê rewşa li Herêma Kurdistanê de, Serokê Tevgera Nifşê
Nû got ku ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê projeyeke pir mezin heye û hin
vebijark li ser maseyê ne:
Ya
yekem: Cudakirina bûdçeya Silêmanî û Helebçeyê ji bûdçeya Hewlêr û
Duhokê.
Ya
duyem: Li dijî herêmekê, hebûna du hikûmet û du serokwezîran an jî du
herêman, ji ber ku destûr destûrê dide ku her parêzgehek bi daxwaza ji
sedî 10 (10%) ji niştecihên xwe veguherîne herêmekê, lê belê em ne alîgirê
vê vebijarkê ne, ji ber ku em di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û
Tevgera Nifşê Nû de piştgiriyê didin hebûna Herêma Kurdistanê ya xurt û
yekgirtî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

