Serok Bafil û Şaswêr Ebdulwahîd careke din bi şandeke qanûnî re serdana Bexdayê dikin
Kurdistan 11:59 AM - 2026-11-16
PUKMEDIA
Serok Bafil û Şaswar Ebdulwehid
Tê çaverêkirin ku Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokê Tevgera Nifşê Nû, îro 16/11/2026 ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên xwe yên siyasî biçin serdana paytexta Îraqê, Bexdayê.
Her du birêz Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, û Şaswar Ebdulwahîd, Serokê Tevgera Nifşê Nû, di 12 û 13ê Mijdarê de çûbûn serdana Bexdayê û di çarçoveya wê serdanê de bi van kesan re civiyabûn: Mihemed Şeya Sûdanî Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê, Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih, Ebû Ala Wîlayî Sekreterê Giştî yê Ketayîb Seyid El-Şuheda, Amar El-Hakîm Serokê Hevpeymaniya Hêzên Dewletê, û Dr. Humam Hemûdî Serokê Encûmena Bilind a Îslamî.
Serok Bafil Celal Talebanî û Şaswar Ebdulwahîd, îro careke din diçin Bexdayê da ku hevdîtinên xwe yên siyasî bidomînin, li wir şandeke qanûnî jî pê re ye ji bo gotûbêjkirin û danustandina li ser çend dosyayên girîng.
Ev serdan di demekê de tê ku Şaswar Ebdulwahîd, Serokê Tevgera Nifşê Nû, duh Yekşemê di civîneke çapemeniyê de eşkere kiribû ku ew ê îro bi serokatiya Serokê Yekîtiya Nîştimanî re biçin Bexdayê û beşdarî civîna Çarçoveya Hevrêziyê (Îtara Tansîqî) bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

