Ragihandina YNKê û Peymangeha Rojhilatnasî ya Rûsya têkîliyên xwe pêşve dibin

Kurdistan 01:31 PM - 2026-11-17
Wêneyekî ji dîdarê Taybet

Wêneyekî ji dîdarê

YNK

YNKê Li Moskowê, ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Peymangeha Rojhilatnasî ya Rûsya peywendiyan pêşve dibin.

Di dîdarekî di navbera şandeke ragihandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Profesor Nîkolay Dmîtrîvîç Plûtnîkov, Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk li Peymangeha Rojhilatnasiyê ku bi Akadîmiya Zanistî ya Federal ya Rûsya ve girêdayî ye de, ku li avahiya peymangehê li Moskow bi rêve çû, gotûbêj derbarê peywendiyên di navbera her du gelên Kurd û Rûsya de hatin kirin.

Profesor Nîkolay kêfxweşiya xwe derbirî ji bo serdana şandê bo Moskow, ku bandor û girîngiya xwe heye di xurtkirina peywendiyên her du aliyan de, ku armanca wan ew e ku di hemû aliyan de bê pêşvebirin, û her wiha pêwîst dît ku veguhertina çandî, akademîk, aborî û rewşenbîrî berfirehtir bibe.

 Her wiha behseke berfireh ji bo sirûşta kar û barên wan hate kirin derbarê doza Kurd de, komek ji wan berhemên akademîk jî xist pêş ku li ser gelê Kurd û partiyên siyasî amade kirine.

Di dîdarê de, Dr. Karwan Elî, alîkarê berpirsê Melbenda Ragihandin û Hişyariyê, bi amadebûna Dr. Siware Şakelî, nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Rûsya û endamên şanda ragihandinê, tevî derbirîna spasiyê ji bo pêşwaziya germ û sazkirina civînê, binkeyek li ser pêgeh û rola medyaya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û rewşa siyasî ya herêmê xist pêş, û hemû cûrekî peywendiya çandî, medyasî û akademîk bi girîng dît.

Derbarê rewşa siyasî de jî, bawer kir ku piştgiriya welatên zilhêz li mafên gelê Kurd ji bo hemû beşên Kurdistanê girînge.

Her wiha behsa gavên geşedan û pêşxistina wan peywendiyan kir û ji bo wê yekê amaje bi wê hevkarî û rêkeftinan kir ku di navbera kanalên ragihandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û çend dezgehên medyasî yên navdar yên Rûsya de hene.

Her weha got jî: Moskow ji bilî ku navendeke girîng ya bûyeran e ji bo kanalên medyayê, di heman demê de di aliyê çandî û rewşenbîrî de jî ji bo kanalên ragihandina Kurdistanê cihê girîngiyê ye.

Di dawiya dîdarê de jî, Dr. Karwan Elî bawernameya spasiyê ya ragihandina YNKê pêşkêşî Dr. Nîkolay kir, li hemberî ew giringîpêdan û karên ku li ser doza Kurd kiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike