Ragihandina Yekîtî û Berpirsê Sektora Kurdnasî li Rûsyayê rewşa Kurdistanê dinirxînin

Kurdistan 11:56 AM - 2026-11-18
Dr,Karwan Elî û Dr. Kirîl Valêntînovêç Vêrtîyayv PUKMEDIA

Dr,Karwan Elî û Dr. Kirîl Valêntînovêç Vêrtîyayv

Şanda ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Moskowê bi Dr. Kirîl Valêntînovêç Vêrtîyayv, Berpirsê Sektora Kurdnasî ya peymangeha Rojhilatnasiyê ya ser bi Akademiya Zanistî ya Federasyona Rûsyayê re civiya û li ser rewşa Kurdistanê nirxandin û nêrîn guhertin.

Dr. Karwan Elî, bi navê Buroya Ragihandin û Hişyariyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê destxweşî li hewldanên çandî û akademîk ên Dr. Kirîl kir û behsa pêşhatên siyasî yên dawî û rewşa çandî û aborî ya Kurdistanê kir. Her wiha ew asteng û kêşeyên ku rûbirûyê pêvajoya siyasî ya Kurdistanê bûne anî ziman û sedemên derketina qeyrana hikumraniyê diyar kir, ku beşek ji wan vedigere ser nebûna dadperweriyê û xirabiya rewşa xizmetguzarî û aboriya xelkê.

Berpirsê Sektora Kurdnasiyê dilxwaziya xwe nîşan da ku zêdetir li ser dosyeya Kurdistanê bixebite û behsa wê konferansê kir ku beşek ji wê li ser Kurdan dibe û ew bi xwe paneleke dosyeya Kurdî birêve dibe. Paşê pirtûka xwe ya dawî ku li ser Kurdan amade kiriye da xuyakirin û behsa naveroka wê ji şanda ragihandinê re kir.

Di dawiya civînê de bi amadebûna Dr. Siware Şakirî nûnerekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Federasyona Rûsyayê birêve çû, bawernameya rêzgirtinê pêşkêşî Dr. Kirîl hat kirin.


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike