Nerweyî: Cudahiyeke mezin di navbera parçekirina Herêmê û dabeşkirina desthilatê de heye
Kurdistan 01:08 PM - 2026-11-18
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî, berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Di bersiva pirseke PUKMEDIAyê de, berpirsê Borda Ragihandinê
ya YNKê radigihîne: Ew kesên ku parlemento parçe kirina û rewşeke nebaş
çêkirine, niha ji wê pêngavê re dibêjin "destkefta neteweyî", di
demekê de ku daxwaza sereke ya aliyên din tenê dabeşkirina desthilatê ye di
navbera deveran de û ev yek ji parçekirina herêmê cuda ye.
Letîf Nêrweyî, berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), di bersiva pirseke PUKMEDIAyê de ragihand: Ew
kesên ku parlamento kirin du parçe, rewşeke nebaş çêkirine û bixwe ji wê
dabeşkirinê re dibêjin destkeftineke neteweyî û nîştimanî û giliyê li aliyên
din dikin û bi perçekirina Herêma Kurdistanê tawanbar dikin û dibêjin "Ew
hewldan xiyaneteke neteweyî û nîştimanî ye", ev yek di demekê de ye ku ti
aliyekî daxwaza parçekirina Herêmê nekiriye, belkî daxwaza dabeşkirina
desthilata herêmê dikin di navbera deveran de û dabeşkirina desthilatê ji parçekirina
herêmê cuda ye.
Wî da xuyakirin ku: Ev helwesta wan yek ji tiştên sosret ên
cîhana siyasetê ye, ku parçekirina parlamentoyê bibe destkeftineke neteweyî û
nîştimanî, lê daxwakirina dabeşkirina desthilatê û nemana cudakariyê di navbera
parêzgehan de bibe xiyaneteke neteweyî û nîştimanî !!!!!
Berpirsê Borda Ragihandinê her wiha destnîşan kir ku: Parçekirina
parlamentoyê bi kiryarî tê wateya perçekirina vîna gelê Kurdistanê û piştî wê
her tiştê ku li vê herêmê diqewime ji ber encam, bandor û deravêtiyên wê
biryara xelet derketiye û ji ber heman biryarê, hemû pîvanên ciyawaz ên herêmê asteng bûn, neçalalkirina girêkên aloz bi rêya tawanbarkirina aliyê din û bi hewldanên xapandinê ne pêkan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

