YNK û PDK'ê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

Kurdistan 04:36 PM - 2026-11-24
Logoya YNK û PDK PUKMEDIA

Logoya YNK û PDK

YNK û PDKê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê, derbarê ew daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê hêzên çekdar ên Îraqê ve hatibû weşandin, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Naveroka daxuyaniyê:

Ew daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê hêzên çekdar ên Îraqê ve hat weşandin û ew pêşhat û rêkarên ku di van çend rojan de li Îraqê hatine girtin, ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê ne çaverêkirî û cihê matmayîneke mezin bûn.

Hemû alî baş dizanin ku Herêma Kurdistanê ji wan mafên ku di destûra Îraqê de hatine, zêdetir daxwaz nekiriye û di dirêjahiya salên borî de mafên wê yên destûrî hatine binpêkirin.

Em tekez dikin ku pêwîst e hemû alî pabendî destûrê bin û eger pirsgirêkek jî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe, divê destûr di navbera wan de bibe hakem. Ji bilî destûrê, her rêkar û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê, li dijî destûrê ye.

Divê ji bo hemû aliyan zelal be ku Herêma Kurdistanê berhemê xwîn û xebata dûr û dirêj a gelê Kurdistanê ye û binpêkirina maf û destkeftan hêlên sor in.

Em piştgiriya her hewldanekê dikin ku ji bo diyalog, şefafiyet û têgihiştinê be; di heman demê de biryarên yekalî xizmeta ewlehî û seqamgiriya Îraqê nakin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê


24'ê Mijdara 2026'an

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike