Civata Wezîran:Divê rêgirî li dayîna mûçeyan neyê kirin
Kurdistan 05:15 PM - 2025-09-17
Ragihandina Civata Wezîran
Civîna Civata Wezîran
Îro; Çarşem
rêkefta (17-09-2025) an Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina
pêşketinên dawî derbarê hinardekirina petrolê, dahatên ne petrolî, mûçe û mafên
darayî û mekanîzm û rêkarên cî bi cîkirina pabendiya Hikûmeta Fedral û Hikûmeta
Herêma Kurdistanê civiya.
Her di civînê de
Civata Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe
yên destûrî cî bi cî kiriye,û hemû nermbûnek jî nîşan daye daku hemû pirsgirêk
û astengiyên teknîkî ku wekî behane ji bo neşandina mûçeyan hatine bikar anîn
ji holê rabin,lewra divê ev pirsgirêk êdî nebin asteng li pêşiya dayîna mûçeyên
mûçexwerên Herêma Kurdistanê, ku ev mafê wan yê yasayî û rewa ye, divê mûçeyên
wan ji hêla hikûmeta federal ve werin şandin.
Piştre endamên
şandeya danûstandinan hûrguliyên pêşniyara hevbeş ya dawî ya her du hikûmetên
federal û herêmî yên derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê pêşkêş
kirin piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hefteya borî ew yek pesend kir û şand
Bexdayê.
Di xala duyemîn ya
civînê de,Civata Wezîran mijara hevrêzkirina li ser tedbîrên darayî, tevî
mijara bacan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, gotûbêj
kir, Civata Wezîran ji
nû ve tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî pêkhateyek e federal, bi
berçavgirtina desthilat û taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên di
destûra herdemî ya Îraqê de hatine cêgirkirin tê destnîşankirin, mafê wê heye
ku desthilatên xwe yên destûrî û taybetmendiyên xwe yên darayî bikar bîne; û ji
bo vê armancê jî, Wezareta Darayî û Aborî ; Rêveberiya Giştî ya Bacan ya Herêma
Kurdistanê erkdar kirin ku di çarçoveya destûrê de bi hevahengî, hevkarî û peywendiyên
digel hevtayên xwe yên di hikûmeta federal de pêş bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

