Qubad Talebanî:Emê beşek zêde ji daxwazên Helebçe bicîh bînin
Kurdistan 02:27 PM - 2026-04-08
Ragihandina Qubad Talebanî
Serdana Qubad Talebanî ji bo parêzgeha Helebçe
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr serdana parêzgeha Helebçe kir, û bi amadebûna Parêzgara
Helebçe Nuxşe Nasih, bi berpirsên îdarî û rêvebirên navçeyên parêzgehê re
civiya.
Di civîna ku îro roja Çarşemê (08-04-2026) li dîwana parêzgarê Helebçe
pêk hat de, li ser pirsgirêk û kêmasiyên îdarî yên parêzgeha Helebçe hat
gotûbêjkirin.
Piştî guhdarîkirina daxwazên berpirsên îdarî yên Helebçe, Qubad Talebanî
soz da ku piraniya daxwazan cî bi cî bike,û tekez kir ku divê rêveberên sazî û fermangehên
hikûmetê tedbîrên pêwîst bigirin ber daku karûbarên welatiyan baştir pêk bînin
û xizmeteke baştir ji bo niştecihên Helebce bikin.
Di beşek din ya civînê de, Cîgirê Serokwezîr behsa pêwîstiya girîngiya
zêdetir ya kertên çandinî, geştiyariyê li parêzgehê kir û piştgiriya xwe ji bo
projeyên weberhênanê di van kertan de nîşan da.
Her wiha behsa Festîvala Hinarê ya Helebçe kir û xwest ku ji bo
berfirehkirin û navneteweyîkirina festîvalê pîlaneke berfireh were amadekirin û
ew wekî derfeteke mezin zanî ji bo pêşxistina kertên çandinî û geştiyariyê li
Helebçe.
Derbarê kerta tenduristiyê de jî, Qubad Talebanî soz da ku li Helebçe beşê
lênêrîna giran veke û her wiha zêtir girîngiyê bide qurbaniyên kîmyewî û ji wan
re asankariyên zêdetir wan bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

