Qubad Talebanî:Kurdistan her beşek dibe ji parastina aramiya herêmî
Kurdistan 05:11 PM - 2026-04-08
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî digel komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Helebçe
Di dema
serdanê de, Qubad
Talebanî Cîgirê Serokwezîr digel komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Helebçe civiya.
Di civîna
ku roja Çarşemê, 8ê Nîsana 2026an de, bi amadebûna Nuxşe Nasih, Parêzgara
Helebçe bi rêve çû,Qubad Talebanî destxweşî li hêzên ewlehiyê kir ku bi hûrî çavdêriya
rewşa ewlehiyê ya li ser sînor kirin û dikarîn bi awayekî serkeftî parastina
milkê welatiyan bikin.
Cîgirê
Serokwezîr ji wan xwest ku asta hevrêzî û hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê û
aliyên peywendîdar de xurt bikin û ewlehî û aramiya li ser sînor ji her demê zêtir
bi hişyarî biparêzin.
Derbarê şer
û aloziyên li herêmê û bandora wan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê de, Qubad
Talebanî hêvî kir ku agirbest pêk hatibe û bibe derfetek ji bo aştî
û aramiya mayînde li herêmê.
Her weha tekez kir ku di her rewşê de, Herêma
Kurdistanê dê her herdemê beşek be ji parastina aştî û aramiya li herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Silêmanî.. Pêşangeha fotografî ji bo fêrxwazên Rojavayê Kurdistanê
03:19 PM - 2026-11-24 -
Amerîka rahênana leşkerî ji bo hêzên Sûriyeyê gotûbêj dike
10:09 PM - 2026-11-23 -
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

