Serok Bafil:Girînge jin di navenda biryardanê de hebin

Kurdistan 03:35 PM - 2026-04-14
Serok Bafil, Rifet Ebdulah û Lava Hikmet Ragihandina Serokê YNKê

Serok Bafil, Rifet Ebdulah û Lava Hikmet

Serok Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), digel Heval Rifet Ebdullah, Cîgirê Serokê YNKê, serdana Xanim Lava Hikmet, Serpereştyara Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.

Di dema serdanê de, Serok Bafil pîrozbahî li heval Lava Hikmet kir ji bo destpêkirina qonaxa nû ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê wekî pêngaveke din ji bo xizmetkirina pirsgirêkên jinan her wiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkeftina erkên wan nîşan da.

Serokê YNKê her wiha bal kişand ser rola jinan û YNKê ji bo zêtir xizmetkirina pirsgirêkên jinan û got:YNK baweriya xwe bi wekheviya di navbera jin û mêran heye,û  em hemû hewlekê didin daku jin bibin beşek girîng û bi bandor di jiyana rêxistinî ya me de û di navenda biryardanê de hebin,bo dahênan û pêngaveên mezintir deriyê YNKê ji bo hemû jinên Kurd vekiriye daku di vê ronahîyê de kar bikin û şiyanên xwe bixin xizmeta pêşketina welatê me.

Heval Rifet Ebdulah jî piştgiriya berdewam ya hemû organên YNKê ji bo serkeftina têkoşîna jinan ji nû ve tekez kir û got:Emê bi hevre pêngavên mezintir ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan bavêjin.

Li hember vê yekê, Xanim Lava Hikmet spasiya wê piştgiriyê kir û soz da ku qonaxa nû ya karkirina Yekîtiya Jinên Kurdistanê dê li gorî pêwîstî, daxwaz û pirsgirêkên jinên îro be û tekez kir ku ew li ser pirsgirêkên jinan dûrî girêdana partiyan kar bikin û hemû kar û projeyên wan dê di çarçoveya xizmetkirina parastina mafên jinan û afirandina hawîrdorek guncawtir de bin daku ew bi hevre pêngavek nû ji bo pêşerojek geştir ji bo jinan bavêjin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket