Bi serpereştiya Qbad Talebanî postê berpirsê melbenda Raperîn hat guhertin

Kurdistan 03:39 PM - 2026-04-18
Merasîma guhertina postên berpirsê melbend Raperînê Ragihandina Qubad Talebanî

Merasîma guhertina postên berpirsê melbend Raperînê

YNK

Di merasîmekê de, li melbenda Raperîna ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi serpereştiya Qubad Talebanî Berpirsê Melteba Sekreteriya Serok Mam Celal  guhertin di posta berpirsê melbenda Raperînê de hate kirin, û heval Ceza Seyîd Mecîd malavayî kir û Heval Heyder Seîd wekî berpirsê nû dest bi kar kir.

Di merasîmê de, Qubad Talebanî gotarek pêşkêş kir û têde pîrozbahî li hevrê Ceza Seyîd Mecîd kir ku di demek dijwar de erkê berpirsê melbenda Raperînê wergirtiye,lê, bi saya dilsozî û pisporiya xwe ya di rêveberiyê de, û her wiha bi saya hevkariya endamên melbendê û hemû çalakvanên YNKê, wî karîbû cihê YNKê li herêmê xurt bike.

Her weha got:Birêz Caza êdî dikare bi serbilindiyeke mezin ji posta xwe û herêma Raperînê xatirxwestinê bike.

Berpirsê Nivîsgeha Sekreteriya Serok Mam Celal pîrozbahiyê li heval Heyder Seîd kir û ragihand kudi nav hemû kadro û mirovên dilsoz ên YNKê yên li herêmê de, destnîşankirina kesekî nû ji bo vê postê ne karekî hêsan bû lê post, dilsozî û ezmûna dewlemend ya Birêz Heyder sedema destnîşankirina wî bûn.

 Qbad Talebanî got: Em piştrast in ku heval Heyder dikare bi hevkarî û karê pêkveyî bi endamên baregehê û hemû têkoşer û sendîkayên dilsoz ên herêmê re di vê erka xwe de biserkeve, di wê derbarê de piştgiriya Serok Bafil, xwe û hemû serkirdayetiya YNKê nîşan da.

Di beşek di ya gotara xwe de Qubad Talebanî behsa rewşa niha ya YNKê kir û got: YNK sal bi sal li Kurdistan, Îraq û herêmê xurttir dibe.

Wî tekez kir ku YNKê li Bexdayê bûye YNKê ya Mam Celal û komkerê hemû aliyan.

Derbarê pêgeha YNKê li ser asta navdewletî jî,Qubad Talebanî ragihand ku niha, ji ber siyaset û helwestên çend salên borî, û her weha ji ber rêberiya jîrane ya Serok Bafil, di hemû navendên biryardanê yên herêmê û cîhanê de guh li dengên wê tê kirin û roj bi roj jî pêgeha wê ya navneteweyî xurttir dibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket