Bi serpereştiya Qubad Talebanî guhertin di posta berpirsê melbenda Soran hat kirin

Kurdistan 05:36 PM - 2026-04-18
 Qubad Talebanî di merasîma guhertina posta berpirsê melbenda Soran de Ofîsa Rojnamevanî ya Qubad Talebanî

Qubad Talebanî di merasîma guhertina posta berpirsê melbenda Soran de

YNK

Piştî sardana Devera Raperînê û guhertina posta wê melbendê, Qubad Talebanî Berpirsê Nivîsgeha Sekreteriya Serok Mam Celal, ji bo heman armancê serdana herêma Soran kir û di merasîmekê de li melbenda Soranê, heval Xedir Mustafa ji posta xwe xatir xwest û heval Karwan Gezneyî wekî verpirsê nû yê melebendê dest bi kar kir.

Qubad Talebanî di axaftina xwe de, li ser navê Serok BafIl, xwe û tevahiya rêveberiya YNKê spasiya heval XedIr Mistefa kir ku di dema ku ew wekî berpirsê melbenda Soran kar kiriye de, erkên xwe bi dilsozî bi cih aniye.

Her weha got:Her çende ku karkirin li herêma Soranê her tim dijwar û tijî dijwarî û pirsgirêkan bûbe jî,lê, Birêz Xedir, bi alîkariya endamên melbend, kadro û dilsozên YNKê, siyaseta YNKê li herêmê bi serkeftî bicîh aniye.

Berpirsl Nivîsgeha Sekreteriya Serok Mam Celal, li ser navê xwe, Serok Bafil û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pîrozbahiyê li hevrê Karwan Gezneyî kir û ragihand ku, birêz Karwan xortekî gihîştî, dilsoz û jêhatî yê YNKê ye û em piştrast in ku ewê bi hevkariya endamên melbendê, kadro û girseya YNKê bi ser bikeve di vê erkê nû de,her weha piştgiriya xwe ji bo Serok Bafil û hemû serkirdayetiya YNKê nîşan da.

Qubad Talebanî di beşek din ya axaftina xwe de behsa giranî û pêgeha YNKê li Kurdistan, Îraq û herêmê kir û ragihand,niha ne ew YNKê Ye ku çend sal berê tenê bi pirsgirêkên navxweyî re mijûl bû,Li şûna wê, YNK, bi serokatiya Serok BafIl, yek ji hêzên herî bi bandor Yên Îraqê ye û mîna YNK ya serdema Mam Celal, di dariştina siyaset û vekirina xalên kor de li Bexdayê roleke girîng dilîze.

Her weha got jî: YNKê niha ew hêz e ku ji bo nerîn û siyasetên xwe li Washington, Tehran, Parîs, Moskow û hemû navendên din ên girîng pê tê hesabkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket