Aso Mamend:Serok Bafil piştgirekî bihêz bo hemû pêkhateyên Kerkûkê ye

Kurdistan 05:44 PM - 2026-04-19
Aso Mamend, Serpereştyarê Kerkûk-Selahedîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kurdistanî Niwê

Aso Mamend, Serpereştyarê Kerkûk-Selahedîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Aso Mamend, Serpereştyarê Kerkûk-Selahedîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  di daxuyaniyekê de spasîya hewl û wesandinên Serok Bafil Celal Talebanî dike ku ew piştgirekî xurt yê hemî pêkhateyên li Kerkûk bûye.

Naveroka Daxuyaniyê:

Welatiyên hêja

Niştecihên berxwedêr yên Kerkûkê


Pêşî, ez dixwazim destxweşî û spasiya birêz Rêbwar Teha, Parêzgarê berê yê Kerkûkê bikim, ku dikarî di dema dest bi karbûna xwe de wekî parêzgarekî serkeftî karîbû xizmeta xelkê Kerkûkê bi bê cudakarî û bi awayekî berpirsiyarî bi netewe û pêkhateyan re tevbigerin bike, her wek kempîna projeyên xizmetguzariyê ku bigihîje hemû bajar û bajarokan, heta gundan jî û digel wê dikarî aramiya siyasî û peywendiyên civakî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de biparêze.

Her wiha ez dixwazim spasiya hewl û westana Serok Bafil bikim ji bo hestyariya wî ya li hember rewşa taybet a li Kerkûkê. û ber çavan girtina parastina jiyana hevbeş û misogerkirina aramiya siyasî û civakî û têgihîştina wan ya li ser vê rewşê, ji bo hemû pêkhateyên li Kerkûkê piştgiriyek xurt bûye.

Welatiyên hêja yên Kerkûkê.


Bê guman pêvajoya guhertina posta parêzgarê Kerkûkê vedigere rêkeftinek ku du sal berê di navbera pêkhateyên Kerkûkê de, di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Turkmen, hatiye encamdan,armanca hemû aliyan xizmetkirina welatiyên Kerkûkê û parastina ewlehî û aramiya vê parêzgehê ye,ji ber vê yekê, emê vê modela veguhestina desthilatdariyê bikin kevneşopiyek ji bo xizmetkirina gel û axa Kerkûkê.

Her wiha ez pîrozbahiyê li birêz Mihemed Seman, parêzgarê nû yê Kerkûkê dikim,bi bê cudakarî xizmeta Kerkûk û akinciyên wê bike her weha ez dixwazim spasiya endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê bikim ji bo beşdariya wan ya bi coş di serkeftina vê pêvajoyê de.

Di dawiyê de, em ji Xwedayê mihreban dixwazin ku xak û miletê me biparêze, û aştî û aramî li seranserê parêzgeha me belav bibe.

Silav ji bo xelkê Kerkûkê yê berxwedêr

Ber bi aştî û avadaneyê ve.

Aso Mamend

Serpereştyarê Kerkûk-Selahedîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket