Serok Bafil: Em tekezî li ser azadiya raderbirînê û parastina rûmeta rojnamevanan dikin

Kurdistan 09:59 AM - 2026-04-22
Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya derbasbûna 128 salan bi ser derçûna rojnameya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rojnamegeran dike û radigihîne: Em tekezî li ser azadiya raderbirînê û parastina rûmeta rojnamegeran dikin û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo wan pênosên ku bi berpirsyarî û rastgoyî kar dikin, bi erka xwe ya pêşîn dizanin.

Naveroka peyamê:
Bi boneya derbasbûna 128 salan li ser derçûna rojnameya Kurdistanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî rojnamegeran dikin.
Em tekezî li ser azadiya raderbirînê û parastina rûmeta rojnamegeran dikin, her weha peydakirina jîngeheke guncaw ji bo karkirina wan pênosên ku bi berpirsyarî û rastgoyî kar dikin, bi erka xwe ya pêşîn dizanin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi şanazî ve mîratgira rêbaza Serok Mam Celal e ku parêzvanekî sersext ê rojnamegeriya azad bû, lewma li cem me parastina wê azadiyê, wefadariya ji bo wê rêbaza ku em li ser dimeşin e.
Di vê rojê de, em bi rêz û teqdîr li hewildanên hemû rojnamevanan dinêrin ku di çarçoveya prensîbên damezrandî yên pîşeya xwe de bi dilsozî û durustî dixebitin.

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket