Îmad Ehmed:Divê media rast be di veguhestina peyaman de

Kurdistan 04:30 PM - 2026-04-22
Civîna Heval Îmad Ehmed digel şanda Navenda Yasayî ya YNKê PUKMEDIA

Civîna Heval Îmad Ehmed digel şanda Navenda Yasayî ya YNKê

Îro, Çarşem rêkefta (22/04/2026)an Serokê Mekteba Ragihandin û Hişyariyê, Îmad Ehmed, pêşwazî li şandeke Navenda Yasayî ya (YNK) kir,ku ji bo pîrozkirina salvegera rojnamegeriya Kurdî serdana Mekteba Ragihandin û Hişyariyê kirin û qefta gulên pîrozbahiyê pêşkêş kirin.

Di hevdîtinê de, Îmad Ehmed spasiya navenda yasayî kir, ji bo zelalkirinê gelek aliyên medyayê, bi taybetî tekez kir ku divê media, resem û rast be di veguhestina peyamên xwe de, armanc divê xizmetkirina xelkê Kurdistanê be û ji agahdariyên derew û ne rast dûr bisekine, ji bo vê yekê divê medya bi giştî pêwîste graniya xwe nîşan bide.

Piştre, şandeya Navenda Yasayî serdana Letîf Nêrweyî, Berpirsê burda Ragihandinê kir û salvegera rojnamegeriya Kurdî li wî pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve Letîf Nêrweyî pîrozbahî li hemû rojnamevanên Kurdistanê kir û spasiya şandeyê kir û ragihand ku,mixabin, dema ku em vê roja pîroz pîroz dikin, rewşa rojnamegeriya Kurdî di krîzeke dijwar de ye û sal bi sal, medyaya bêberpirsiyar û şaş xwe bêtir nîşan dide.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket