Serok Bafil bo Komeleya Xwendekaran:Bê cudahî bibin dengê rastîn yê xwendekaran
Kurdistan 10:27 AM - 2026-04-26
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serok Bafil Celal
Talebanî di salvegera 50-emîn ya damezrandina Komeleya Xwendekaran de ragihand
ku, îro em rojek dîrokî
û xalek girîng ya werçerxê di dîroka Tevgera Rizgariya Gelê Kurdistanê de bi
bîr tînin,ez ji we dixwazim, wekî her carê, hûn bêyî cudahî bibin dengê rastîn yê
xwendekaran û rêya nifşên pêşerojê ronî bikin.
Naveroka Peyamê.
Xwendekarên
hêja
Meşxelgirên
rêya perwerde, zanist û welatparêziyê
Îro em rojek
dîrokî û xalek girîng ya werçerxê di dîroka tevgera rizgariya gelê Kurdistanê û
tevgera xwendekar û ciwanan de bi bîr tînin, salvegera damezrandina
Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ne tenê bîranîna rêxistineke pîşeyî ye, lê di
heman demê de rêzgirtinek ji bo navenda mezin ya ku bi dehan rêber lê kom bûne,rewşenbîr
û têkoşerên perwerde kiriye û her tim di parastina mafên rewa yên gelê me,
xwendekar û ciwanan de di rêza yekem de bûye.
Komeleya Xwendekaran di qonaxeke dijwar ya têkoşîna çekdarî ya li
çiyayan de, bi armanca yekkirina dengê xwendekaran û veguherandina enerjiya
ciwanan bo hêzek bi bandor ji bo azadî û demokrasiyê, hate damezrandin, ji ber vê
yekê xwendekar ne tenê di polan de man, lê li çiya û bajaran, di têkoşîn,
rêxistin, meş, xwepêşandan, girtîgeh û serhildanên veşartî de, wan selimand ku zanist
û têkoşîn du têgehên ji hev nayên veqetandin in.
Di vê rojê
de, em bi şanazî rêz li hemû rêber û xwendekarên şehîd digirin ku qelemên xwe
veguherandin çekan û xwîna xwe dan daku em bikaribin têkoşîna xwe ya sivîl û
demokratîk di siya azadiyê de bidomînin.
Spas ji hemû
wan dilsoz û têkoşerên berê û yên niha re, yên ku dem û wuzeya xwe dane daku ev
rêxistina pîşeyî wekî kelehek bihêz a zanist, perwerde, pêvajoya fêrbûnê û Kurdayetiyê
bimîne.
Di vê qonaxa
nûjenkirin û xebata we de, ez ji we dixwazim ku hûn bêyî cudahî bibin dengê
rastîn yê xwendekaran, rêya nifşên pêşerojê ronî bikin û bi hêviyê ber bi pêş
ve biçin.
Di vê rojê
de, ez ji we re piştrast dikim ku ezê her gav bi şanazî li kêleka we xwendekar
û ciwanan rawestim û ji bo nûjenî û perwerdehiya ciwanên me û pêşxistina
pêvajoya perwerdehiyê li welatê me piştgiriyê bidim we.
Ez baweriya
xwe bi wuze û şiyana te tînim,ez piştrast im ku pêşeroj ji bo te ye. Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo te vekiriye, pêşandana we, guhdarîkirina
we û perwerdekirina we dê pêşîniya me be.
Pîroz be
Yubîla 50. Saliya Zêrîn ya Komeleya
Xwendekarên Kurdistanê, ber bi pêşerojek geştir ji bo xwendekaran û welatê me
ve.
Herdem serbilind û serkeftî be
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

