Qubad Talebanî bo Komeleya Xwendekaran:Bibin dengê rastî yê xwendekaran

Kurdistan 01:06 PM - 2026-04-26
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

YNK Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Sekreteryayê ya Serok Mam Celal, bi boneya 50 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, pîrozbahî li rêveber û hemû endamên komeleyê kir û ragihand ku,ji her demê zêdetir bibin dengê rastîn yê xwendekarên Kurdistanê, daku her xwendekar rêxistina we wekî parêzvanek bihêz yê mafên xwe bizanibe.

Naveroka peyamê:

Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ya hêja


Em 50 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û rêzê li dîroka rêxistina we ya tijî xebat û qurbanîdanê digirin.

Bi vê boneyê,em pîrozbahiyên xwe yên germ li rêvebir û hemû endamên Komeleya Xwendekarên Kurdistanê  dikin.

Niha me stratejî û siyasetek nû girtiye ber ji aliyekî ve, em dixwazin asta zanistî ya zanîngehên xwe bilindtir bikin û ji aliyê din ve, planên me hene ku zanîngehên xwe bi bazara kar ve girêbidin û me ji bo vê yekê pêngavên girîng avêtine.

Di vê çarçovê de, em pêwîst dibînin ku komeleya xwendekaran bi vê siyaset û stratejiyê re hemaheng be û bi ramanên nû û nûjen alîkariya me bike,ji ber ku ev siyaset rasterast xizmeta xwendekaran dike di dîtina derfetên kar de li bazara kar ya Kurdistanê.

Di heman demê de, em ji we hêvî dikin ku hûn ji her demê zêdetir hewl bidin ku bibin dengê rastîn yê xwendekarên Kurdistanê, da ku her xwendekar rêxistina we wekî parêzvanek bihêz ê mafên xwe bizanibe.

Di dawiyê de, em careke din pîrozbahiyê li we dikin û ji we re serkeftinên zêdetir dixwazin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket