Mekteba Ragihandin:Astengkirina rojnamegeriyê binpêkirineke yasayî û exlaqî ye
Kurdistan 04:58 PM - 2026-04-28
PUKMEDIA
Burda Ragihandina YNKê
Navenda Badînan ya Mekteba agihandin û Hişyariyê ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) peyamek weşand û got: Em astengkirina rojnamevanan li Duhokê wekî
binpêkirineke yasayî û exlaqî dibînin û divê mafê rojnamegeriyê û gihîştina
agahiyan ji bo hemû rojnamevan û dezgehên fermî û destûrdar were gerantîkirin.
Naveroka Peyamê…
Astengkirina karmend, tîm û nûçegihanên Kanala Gelî Kurdistan ji aliyê
xalên kontrolê û hêzên ewlehiyê ve li parêzgeha Duhokê, bûye diyardeyek berdewam û çend
caran dubare dibe, nemaze li navçeya Amêdiyê.
Ev reftarên hêzên ewlehiyê binpêkirineke eşkere
ya Yasaya Hejmar 35 ya li ser Rojnamegeriyê ye ku di sala 2007an de ji aliyê
Parlemana Kurdistanê ve hatiye derxistin, her wiha binpêkirina Yasaya
Hejmar 11 li ser Mafê Bidestxistina Zanyariyan ye ku ji hêla Parlemanê ve di
sala 2013 an de hatiye pejirandin.
Kanala Gelî Kurdistan dezgehek medyayî ya destûrdar û pejirandî ye nûçegîhan
û tîmên wê mafê wan heye ku li her bajar û herêmeke Herêma Kurdistanê werin
parastin û bê astengî karê xwe bikin, lê mixabin, Tîmên Gelî Kurdistan li bajar
û herêmên cuda, bi taybetî li navçeya Amêdiyê, ji aliyê xalên kontrolê û hêzên
ewlehiyê ve gelek caran rastî astengiyan hatine.
Di vê
çarçoveyê de, roja Sêşemê (28-04-2026)an, dema ku Nûçegihanê Gelî Kurdistan li
navçeya Amêdiyê hewl da ku biçe yek ji taxên bajêr da ku hin gilî û daxwazên
welatiyan veguhezîne, xaleke
kontrolê ya hêzên ewlehiyê rê li ber rojnamevan (Îsam Amêdî) û karmendên wî
girt û rê neda wan ku erkên xwe yên rojnamevaniyê pêk bînin.
Em wekî
Navenda Badînan ya Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) tedbîr û reftarên weha wekî binpêkirinek yasayî û exlaqî dibînin, di heman demê de, em daxwaz ji
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, dadgeh û saziyên dadwerî dikin, dezgehên ewlehiyê, berpirsên
yekîneyên îdarî û aliyên peywendîdar pabend bikin ji bo cîbicîkirina yasaya
rojnamegeriyê.
Her weha divê mafê rojnamegeriyê û gihîştina zanyariyan
ji bo hemû rojnamevan û dezgehên fermî û destûrdar jî were peyda kiri û êdî astengî
li pêşiya karmendên Kanala Gelî Kurdistan û her dezgeheke din ya ragihandin
neyê kirin.
Navenda Badînan ya Mekteba agihandin û Hişyariyê ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
Êraq 04:07 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

