Qubad Talebanî li Badînan ji bo pêşkêşkirina şêwirmendiyê bi serkirdatiya Yekîtiyê encûmenekê pêk tîne

Kurdistan 02:54 PM - 2026-04-30
Qubad Talebanî Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal, di çarçoveya berdewamiya hewlên nûkirin û birêxistinkirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, bi hejmarek kadroyên pêşkeftî yên Yekîtiyê yên devera Behdînanê re civiya.

Di civîna ku roja pêncşemê, 30ê Nîsana 2026an, li baregeha Mekteba Siyasî ya Yekîtiyê li Hewlêrê birêve çû de, behsa pêwîstiya xebata zêdetir û xwebirêxistinkirina Yekîtiyê li devera Behdînanê hate kirin. Di vê barê de Qubad Talebanî aşkire kir: Armanca Yekîtiyê di vê qonaxê de ew e ku pêgeha xwe li devera Behdînanê bihêztir bike û ji bo vê yekê jî pêşwazî li her ramaneke nû ya kadroyên wê herêmê dike û xwe dispêre şiyan û ezmûna kadroyên xwe yên pêşkeftî.

Piştî gotûbêj û nirxandina raman û pêşniyaran, Qubad Talebanî biryara pêkanîna meclîseke şêwirî ya taybet da, ku ev meclîs dê rasterast ser bi mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal be û erka wê jî dê dayîna şêwirmendiyê be bi serkirdatiya Yekîtiyê, da ku karûbarên hizbî li sînorê Behdînanê bi awayekî baştir birêve biçin û pêgeha Yekîtiyê bihêztir bibe.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket