Qubad Talebanî: Yekîtî di bin serokatiya Serok Bafil de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan dixebite

Kurdistan 07:02 PM - 2026-04-30
Qubad Talebanî Nivîsgeha rojnamevanî ê QubadTalebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî, Berpirsê Buroya Sekreteriyata Serok Mam Celal îro pêncşemê 30/04/2026an, serdana Navenda Rêxistinên Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û ligel endamên navendê civiya, di civînê de pîrozbahî li berpirsê nû yê navenda Hewlêrê û cîgirên wî kir û serkeftin ji wan re xwest.

Qubad Talebanî bal kişand ser rewşa niha ya Yekîtiyê wekî hêzeke çalak di asta Herêma Kurdistanê, Îraq û navçeyê de, ku siyaset û helwestên wê yên derbarê dozên cuda de ji aliyê hemû aliyan ve girîngî pê tê dayîn.
Berpirsê Buroya Sekreteriyata Serok Mam Celal got: "Yekîtiya Niştimanî niha ne tenê nayê piştguhkirin, lê belê xwedî nêrîna xwe ya taybete û di dosyayên giring ên Îraq û navçeyê de şêwir pê tê kirin.

Qubad Talebanî eşkere kir ku Yekîtiya Niştimanî bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî, ji bo çareserkirina kêşeyên Herêmê li Bexdayê kar dike û di ji nû ve darêtina siyaseta Îraqê de roleke bibandor dilîze.
Her wiha daxwaz ji endamên Navenda Rêxistinên Hewlêrê kir ku şêwazê xebata xwe bi rewşa nû ya Yekîtiyê re biguncînin, peywendiyên xwe bi cemawer re xurt bikin, guh bidin nêrînên wan û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bixebitin.

PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket