Pêgeha bihêz ya YNKê Silêmanî kiriye paytexta biryarên siyasî
Kurdistan 05:30 PM - 2026-05-03
PUKMEDIA
Silêmanî, Logoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Silêmanî bûye paytexta çalakiyên siyasî û qada biryardanê li Îraqê û di
mijarên siyasî de, ne tenê li Kurdistanê, roleke girîng û diyarker dilîze,li Îraqê
û heta li herêmê jî, serdanên serokên dewletan, şandeyên navneteweyî, nûner,
balyoz û konsulan bo Silêmaniyê nîşana piştrastkirina paytexta siyasî ne.
Silêmanî roleke girîng di girtina biryarên çarenivîsaz de dilîze
Silêmanî roleke girîng di biryarên siyasî yên çarenivîsaz yên Kurdistan,
Îraq û heta herêmê de dilîze, ev jî ji ber hêz û cihê YNKê, pirrengî û
azadiya çalakiyên siyasî li bajêr e.
Serwe Mihemed, Biryardera fraksiyona YNKê li Civata Nûneran ya Îraqê, ji
malpera fermî ya PUKMEDIA re ragihand ku, ji ber hêz û pêgeha YNKê,
çalakiyên siyasî û tevgerên Serok Bafil, pirrengî, azadiya ramanê û azadiya
xebata siyasî, Silêmanî li herêmê bûye pêgehek siyasî ya bihêz.
Her wiha ragihand ku hatina serokên dewletan, şandeyên navneteweyî,
nûner, balyoz û konsulan nîşan dide ku Silêmanî li Kurdistan û Îraqê xwedî
pêgeheke siyasî ya bihêz e, her wiha ew bûye navenda biryardana siyasî li
herêmê, ev yek jî bûye sedem ku Silêmanî roleke girîng di biryardana biryarên
siyasî yên Kurdistan, Îraq û herêmê de bilîze.
Silêmanî bûye navenda biryardana siyasî li Îraqê
Pêgeha bihêz ya YNKê û Silêmaniya pir partî û pirreng berhema siyaseta
Serok Mam Celal e, ku bajar kiriye navendeke girîng ya biryardana siyasî û bala
civaka navneteweyî.
Asos Elî, endama fraksiyona YNKê li Civata Nûneran ya Îraqê, ji malpera
fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand ku,ew sîstema
pir-partî li Silêmaniyê berhema siyaseta qefta Gulan ya Serok Mam Celal e ku
wusa kiriye ku,bi awayekî berçav demokrasî, azadiya derbirînê û pirrengî li
herêmê pêş bikevin û berdewam be, hevdem pirrengî û pirpartî bûye
sedem ku bêyî Silêmaniyê çi biryarek e siyasî ya girîng li Kurdistan û Îraqê ne
gengaze, ev yek bajar kiriye navenda biryara siyasî û her tim wekî hêzek siyasî
ya çalak û bi bandor axaftina xwe heye.
Raginad jî bandora pêgeha siyasî ya Silêmanî li ser biryarên girîng yên
li Îraq û herêmê berhemê peywendiyên xurt e ku Serok Mam Celal berê ava kirib,
di dema niha de zêdetir reng daye, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) li herêmê hawîrdorek siyasî ya azad afirandiye û Silêmanî kiriye cihê baldariya
civaka navneteweyî, welatên biyanî, hêzên siyasî, yên herêmî û Îraqî û kiriye
navendeke girîng ya pêvajoya siyasî.
Di nuhtirîna çalakiyên siyasî de, duh, 2ê Gulana 2026an, Elî Zeydî,
Serokwezîrê Îraqê yê erkdarkirî û ji aliyê Bafil Celal Talebanî ve, li
Silêmaniyê hat pêşwazîkirin,hevdem Elî Zeydî kêfxweşiya xwe ya serdana Silêmaniyê
anî ziman û spasiya Bafil Celal Talebanî kir bo piştgiriyên Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) û tekezî li ser hemahengiya berdewam di navbera herdu
aliyan de ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

