Kêlgehek mezin ya petrolê li Necefê hate dîtin
Îraq 06:12 PM - 2026-05-10
Ragihandina Wezareta Petrolê
Kêlgeha hatiye dîtin
Wezareta Petrolê ya Îraqê dîtina kêlgehek petrolê li parêzgeha Necefê
ragihand, ku tê pêşbînî kirin ku nêzîkî neh Milyar bermîl petrol tê de hebe.
Heyan Ebdulxenî, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê di dema
pêşwazîkirina li şandeke Kompaniya Petrolê ya Çînî ya Xinhua li zeviya Qerneyn ya
parêzgeha Necefê kêlgehek mezin ya petrolê dît.
Li gorî daxuyaniya wezaretê tê pêşbînî kirin ku ew kêlgeh 8 Milyar û 835
Milyon bermîl petrola yedek li xwe bigire ku rojane 3 Hezar û 248 bermîlan berhem
bîne.
Wezîrê petrolê yê Îraqê tekez kir ku pêwîste karkirin li kêlgehê
bileztir bê kirin, daku ew bikaribin dest bi hilberîna petrolê bikin û ji Gaza Xwezayî
ya herêmê sûd werbigirin.
Ev proje di çarçoveya gera pêncemîn ya temamkirinê û gera şeşemîn ya moletên
petrolê de ye ku ji Kompaniya Çînî Xinhua re hatiye dayîn.
Rûbera Kêlgeha Qereneyn 8 Hezar û 773 kîlometre Çar Goşeyî digire nav
xwe li parêzgeha Necefê,ku sînorê wê bi Erebistana Siûdiyê re heye, û ew wekî
yek ji herêmên herî dewlemend yên petrol û gazê tê hejmartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

