Serok Bafil: Em hewla damezrandina hikûmetekê ku xizmeta welatiyan bike didin

Kurdistan 01:48 PM - 2026-05-12
Serok Bafil û  Balyoza Holanda li Îraqê, Janet Aalberda Ragihandina serok Bafil

Serok Bafil û Balyoza Holanda li Îraqê, Janet Aalberda

Serok Bafil Celal Talebanî


Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li mala berê ya Serok Mam Celal li Bexdayê pêşwaziya Balyoza Holanda li Îraqê, Xanim Janet Aalberda kir.

Di civînê de, ku endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl jî beşdar bû, girîngiya berdewamiya hevrêziyê û pêşxistina têkiliyên dualî bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên herdu aliyan bike, hate tekez kirin.

Herdu aliyan, ji bilî çend mijarên din, li ser rola Kurdan di hikûmeta nû ya Îraqê de gotûbêj kirin. Serok Bafil Celal Talebanî got, Em hemû hewla xwe didin ku hikûmetek ava bikin ku nêrîna wê ortaqiya rastîn û xizmetkirina welatiyan be.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket