Şandeke Yekîtiyê û konsulê Çînê tekeziyê li ser xurtkirina peywendiyan dikin
Kurdistan 10:59 PM - 2026-05-12
PUKMEDIA
Şanda Yekîtî bi şanda konsulê Çînê re
Îro 12ê Gulana 2026an, şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi Lîyo
Con, Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê re civiya. Di civînê de tekezî
li ser bihêzkirina peywendiyan hat kirin û Konsulê Çînê ragihand: "Em bi
girîngî li peywendiya dîrokî ya di navbera Serok Mam Celal û welatê Çînê de
dinêrin û wekî bingeha karê niha û yê paşerojê lê dinêrin.
Di civînê de ku Ebû Karwan, Sekreterê Partiya Komunîst a
Kurdistanê û hevalên wî jî amade bûn, Salar Mehmûd, Endamê Serkirdayetî û
Berpirsê Navenda Derve, bi amadebûna hevalan Omer Elî berpirsê navenda Germiyan
û Karwan Yarwês berpirsê navenda Xaneqînê, li Germiyanê bi Liyo Con re civîn
pêk anîn.
Di vê hevdîtinê de, Berpirsê Navenda Derve bal kişand ser
girîngiya peywendiyên her du aliyan, bi taybetî li ser bingeha peywendiya
dîrokî ya Serok Mam Celal û têgihiştinên wî yên bo girîngiya welatê Çînê di
asta cîhan û herêmê de.Her weha şanda Yekîtî jî spasiya sardana şanda Çînê kir.
Berpirsê Navenda Derve her wiha ragihand: "Beşek ji vê
devera Germesêrê navçeyên Kurdistanî yên nekok in û li gorî taybetmendiya xwe
pêdivî bi yekalîkirina çarenivîsê heye.
Konsulê Giştî yê welatê Çînê li Herêma Kurdistanê ragihand:
Em bi girîngî li peywendiya dîrokî ya di navbera Serok Mam Celal û welatê Çînê
de dinêrin û wekî bingeha karê niha û yê paşerojê lê dinêrin.
Liyo Con tekez kir: Em Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wekî
aliyekî dost dinasin û têgihiştina me ji bo rola bandordar a partiya Serok Mam
Celal li Kurdistan, Îraq û cîhanê jî heye.
Di dawiyê de jî, Konsulê tekezî li ser pêşxistina
peywendiyên aborî û siyasî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

